JI BO ÇAPEMENIYÊ Û RAYA GIŞTÎ

0 75

Şevê din dewleta Tirk a dagirker careke din hemû yasa û zagonên navdewletî binpê kirin û li seranserî xeta sînor a Bakur û Rojhilatê Sûriyê gelek cih bi balafirên şer bombebaran kirin. Di encamê de nûçegîhanê Ajansa Nûçeyan a Hewarê (ANHA) Îsam Ebdela yê li Dêrikê bi lez berê xwe da cihê bûyerê birîdar bû, Îsam bi birîndarî rakirin nexweşxaneyê û tevî hemû hewldanan jî ne hate rizgarkirin û şehîd bû.
Li Kobanê jî Nûçegihanê Stêrk Tv Mihemed El-Ceradê dema ji bo şopandina mijarê berê xwe dida girê Meştenûr a Kobanê, balafiran careke din herêm bombebaran kir. Di encamê de Mihemed El-Ceradê li nêzî girê Meştenûr birîndar bû. Tevî herdû hevalên me yên rojnamevan hejmarek welatî şehîd û birîndar bûne.
Em sersaxiyê ji malbata Şehîd Îsam Ebdela û Ajansa Hewarê û malbata hemû şehîdên bombebarana dewleta Tirk re dixwazin û şifaya xêrê ji Mihemed El-Ceradê û hemû birîndaran re dixwazin. Di heman demê de em sûcên dewleta Tirk a hedefgirtina sivîlan û bi taybet rojnamevanan bi tundî şermezar dikin û bang li civaka navdewletî û di serî de Yekîtiya Rojnamevanan a Navdewletî (IFJ) û saziyên ji parastina rojnamevanan berpirsyar in, van sûcên dewleta Tirk û êrişên wan li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi giştî û rojnamevanan bi taybet bibînin û erka xwe pêk bînin.
Ji ber destwerdan û êrişên dewleta Tirk ên di karûbarê Bakur û Rojhilatê Sûriyê de metirsiyê li ser sivîlan û jiyana gelek rojnamevan û xebatkarên çepemeniyên ên ji saziyên herêmî û navdewletî re li vê herêmê kar dikin, çêdike. Li ser wî esasî jî ji hemû saziyên navdewletî yên eleqedar tê xwestin ji bo parastina rojnamevanan û hemû sivîlên herêmê erka xwe pêk bînin.

YEKÎTIYA RGÎHANDINA AZAD
QAMIŞLO 20-11-2022

Leave A Reply

Your email address will not be published.