YRA’YÊ LI DIJÎ GIRTINA 11 ROJNAMEVANÊN BAKUR Û TIRKIYÊ DAXUYANÎ DA

0 15

Yekîtiya Ragihandina Azad (YRA) û sazî û dezgehên ragihandinê yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê kar dikin, bi armanca şermezarkirina binçkirina dewleta Tirk ji 11 rojnamevanên ajansa Mozopotamiya (ME) û JINHA daxuyanî da.
Daxuyanî bi beşdarbûna dehan rojnamevan û xebatkarên çapemeniyê yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li ber navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo ya li bajarê Qamişlo bi zimanên kurdî û erebî hate xwendin.
Bi zimanê kurdî Endama Desteya Rêveber a YRA’Ê Canê Xemgîn ve û bi zimanê erebî ji aliyê Hevseroka YRA’yê Malva Elî ve hate xwendin.

Daxuyanî wihaye:
“Ji 17’ê Nîsana îsal ve dewleta Tirk a qirker êrişî herêmên Zap, Metîna û Avaşîn dike. Ji bo di wan herêman de bi cih bibe her tiştê di destê xwe de bikar tîne. Bi hezaran care hemû yasa û zagonên navdewletî binpê dike û çekên kîmyawî, Nuklerî yên Teknîkî û xazên Jehrî bikar tîne.
Dîmenên ji qadên gêrîla têne weşandin, asta hovîtî û binpêkirinên dewleta Tirk ji yasa û zagonên navdewletî re aşkere dike. Bi zelalî diyar dibe dewleta Tirk sûcên şer dike û pêwîstiya wê bi darizandinê û cezakirinê heye.
Di heman demê de rojane êrişên xwe yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê zêde dikin. Bi balafirên bê mirov welatiyan bombebaran dikin. Herî dawî jî 24 vê mehê li bajarê Qamişlo 2 welatî di encama bombebarana balafirên wan ên bê mirov de şehîd bûn.
Sazî û dezgehên ragihandina azad jî van mijaran bi agahî û belgeyan bi raya giştî re parve dikin û rastiya dewleta Tirk bi cîhanê re parve dikin. Wiha jî rê li ragihandina AKP/MHP’ê û hevkarên wan ên rastiyan berûvajî dikin digirin û alavên wan ên şerê taybet pûç dikin.
Ji ber wê jî dewleta Tirk ragihandina Azad wekî bendekî li pêşiya piroje û planên xwe yên qirkirinê dibîne. Ji lewma bi hemû hêza xwe hewl dide wî bendî ji pêşiya plan û pirojeyên xwe yên qirkirinê rake.
Di vê çarçoveyê de dewleta Tirk duh di danê sibê de li 9 bajarên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê bi ser malên gelek rojnamegeran de girtin. Di encamê de Midûra Karên Nivîsan a Ajansa Mezopotamyayê (MA) Dîren Yurtsever, nûçegihanên MA’yê Denîz Nazlim, Berîvan Altan, Selman Guzelyuz, Zemo Aggoz, Hakan Yalçin, Emrûllah Acar, Ceyhan Şahînlî, nûçegihanên JINNEWS’ê Habîbe Eren û Oznûr Deger hatin binçavkirin.
Nûçegihana JINNEWS’ê Derya Ren jî ji ber lêpirsîneke din li Amedê hat binçavkirin. Her wiha di bin navê lêgerînê de polîsan bi ser Buroya MA’yê ya Enqereyê de girtin.

Wiha jî dixwazin sûc û hovîtiya li herêmên gêrîla û Rojavayê Kurdistanê pêk tînin, ji raya giştî ya cîhanê veşêrin.

Li ser wî esasî jî Dewleta Tirk a di mijara azadiya çapemeniyê de berê gelek xalepirs li ser wê hene û di rêzên paşketî yên cîhanê de ne, bi van kirin û binçarkirina rojnamevanan careke din isbat dike li tirkiyê tiştek navê wê qanûn û azadiya ramanê tune ye.
Em wekî Yekîtiya Ragihandina Azad (YRA) û xebatkar dezgeh û saziyên çapemeniyê yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê piştgiriyê didin 11 hevalên xwe yên girtî ku piraniya wan jin in. Em soz didin wan heger destê dewleta Tirk dighêje kamîre û pênûsên wan em ê bi pênûs û kamîreyên xwe rastiya kirin û sûcên dewletê bi raya giştî re parve bikin.
Di heman demê de em bang li sazî û dezgehên navdewletî yên di mijara azadiya çapemeniyê û parastina rojnamevanan de kar dikin, erk û berpirsyariyên xwe ji bo parstina 11 hevalên me yên rojnamevan de pêk bînin. Ji wan re dibêjin pêwsîte hûn zextê li dewleta Tirk bikin di zûtirîn dem de 11 xebatkarên çapemeniyê û hemû girtiyên ragihandina azad û girtiyên din serbest berdin.

Leave A Reply

Your email address will not be published.