JI BO RAYA GIŞTÎ

0 3

Di çarçoveya binpêkirina Mîsaqa Rumetê ya Rojnamevaniyê û binpêkirina vekirî ya peymanên navdewletî kesayetekî ragihandinê ku li şûna dewleta Tirk bi erebî diaxive, “Bakîr Atacan” li ser weşana zindî ya kenaleke televizyonê gef li rojnamevanê Sûrî û Serokê Navenda Lêkolînên Kurdî Newaf Xelîl ê niha li Elmaniya ye xwar.
“Bakîr Atacan” li şûna desthiladara Tirk ji birêz Newaf Xelîl ê di bernameya Tv de mêvan bû re got “Istxbarata Tirkiyê di buroya te de ye” û di weşana zindî de gef lê xwar.
Em wekî Yekîtiya Ragihandina Azad a li Bakur û Rojhilatê Sûriyê gefa “Bakîr Atacan” a bi awayekî zindî li dijî rojnamevan û Serokê Navenda Kurdî ya Lêkolînên Stratejîke Newaf Xelîl şermezar dikin.
Careke din ji berpirsyarî û erka xwe wekî sendîka ku ji bo parastina rojnamevanên Sûrî li hindir û derve kar dikin, gefa ji aliyê kesên riwên xwe bi ragihandinê nuximandine yek ser ji aliyê desthiladariya Tirkiyê pê tê.
Ji lewma em ji Kenala El-Hedes bi taybet, hemû kenalên televizyonê û saziyên ragihandinê daxwaz dikin derbarê kesên di binperdeya ragihandinê de bi navê aliyên istxbaratên dewletên dijberiya gelê kurd û sembolê wê li her derê dikin, diaxivin, baldar bin.
Di heman demê de banga me ji hemû rêxistinên hiqûqî û bi taybet ên li ser parastina azadiya ragihandinê dixebitin erka xwe derbarê gefên behsa mijarê pêk bînin.

18/10/2022

Leave A Reply

Your email address will not be published.