Di rojekê de ji ber êrîşên dewleta tirk 3 nûçegihan birîndar dibin

0 21

Di dîroka sêşem 12/11/2019’an, Di encama êrîşên dewleta tirk yên esmanî û her wiha êrîşên dewriyeyên wan yên ku bi rûsan re derdikevin li ser sivîlan sê rojnamevevan birîndar bûn.
Di dema şopandina bûyer û pêşveçûnên erîşên dewleta rik û çekdarên bi ser wê ve, endamê yekîtiya Ragihndina azad û nûçegihanî Ronahî Tv Idrîs Ebdelah yê ku bi navê Dilyar Cizîrî tê naskirin birîndar bû. Idrîs dema ku li guhndê Ûm Elfkêf a Til Temirê tev ekîpa xwe bûyer dişopandin rastî êrîşan hewanan hat û di sînga xwe de birîndar bû.
Li Kobanê jî, di encama dema ku dewriyeyên Rûs-Tirk di gundê Korbîkarê re derbas dibûn rastî nerazîbûnên gel hatin; lê ewan e yekser bi guleyan êrîşî sivîl û rojnamevan kir.
Di encamê de nûçegihanê Ronahî TV Welat Fewazî ji ber panzêrên dewriyeya tirkan xwe li tirimpêla wan xist ziyanek mezin giha wê welat ji ber zexta derbayê li ser hişê xwe çû. Her wiha nûçegihana Jın TV di encama barandina guleyan ji aliyê dewriyeya Tirkan ve di destê xwe a çepê de bi guleyekê birîndar bû.
Li gorî endamên meclisa YRA’yê li Kobanê rewşa herdû nûçegihanan ne zêde xetere û ew di nexweşxanê de tên dermankirin.

Leave A Reply

Your email address will not be published.