ARMANCA SERKE YA BALFİRÊN ŞER YÊN ARTÊŞA TİRKİYÊ ROJNAMEVAN İN

0 14

Bi zanabûn artêşa dewleta tirk bi êrîşên xwe yên li ser bakur û Rojhailtî Sûriyê kerwanên sivîl, ekîpên tendûristî û rojnamevanan li herêmên ku bombebaran dike dibin armanca wê.

Di 3’ê Sermaweza îsal de, endamê rêxistina amerîkî ya tendurustiyê ”free borma renger” jiyana xwe ji dest da, rêxistinê bi daxuyaniyekî ragihand ku ” Zaw Song’ê 37 salî ku bi eslê xwe ji Taylendê ye jiyana xwe ji dest da, her wiha wergervanê wan a Îraqî Muhemed jî di encama bombebaran balfirên şer yên artêşa tirk/ artêşa sûrî ya azad birîndar bû”.

Her wiha ji nava kerwana tendûristî ya ku li wê herêmê jî rojnamevan jî hebûn.

Nûçegihanê ajansa North Press NPA Roj Mûsa Şahidê wê bûyerê bû. Yekîtiya ragihandina azad jî di derbarê şahidiya wî ya ku rojnamevan rastî êrîşên balfiran hatibûn daxuyanî girt.

Roj mûsa di axaftina xwe de wiha dibêje ” dema ez gihame gûndê Ûm El Kêf demjimêr dû û nîv bû, piştî wê min riya xwe ber bi gundê El Reşîdiyê dewam kir, li çarxeriya rêyên di navber gundên Ûm elKêf, El Reşîrdiyê û El qasîmiyê min kerwana tendûrstiyê dît , wê demê balfiran ew kerwan bombebaran kiribû û ekîpa ”free borma renger” hewl dida birîndarên xwe xilas bike.”

Mûsa di berdewamiya axaftina xwe de wiha bi lêv dike ” dema em hemû li çarxeriya gundan kombûne demjimêr sê û 19 deqe bûn, tevî ku hemû tirimpêlên tendirûstî û ya sivîlan sembolên mîna xaça sor li ser hebûn lê balafirê li me da. Cihê ku li me daye tenê di 100-200 meterayan  pêk hat. fuzeya ku li nêzî min bi qasî 10 metreyan ket dû saçmeyên wê bi sivîkî li min ket, wê demê min bi kamereya xwe ekîpa tendirûstî û sivîlên birîndar dikişand. Piştre yekser em ji wê herêm derketin.”

Hêjayî gotinê ye ku di dîroka 13/10/2019 de dema kerwana sivîlan giha bû bajarê Serêkaniyê di encamê êrîşan balfiran li ser kerwanê du rojnamevan jiyan xwe ji dest dan.

Lînaka ku li jêrê vidyoya ku rojnamvean Roj Mûsa kişandibû dema êrîşên balafiran li ser wan û ekîpa ”free borma renger” .

https://cutt.us/my6PN

Leave A Reply

Your email address will not be published.