Rojnamevanekî Efxanî winda bûye
Cîgirê Komeleya Rojnamevanên Azad ên Wîlayeta Kabîs a Efxanistanê Ebid El-Henan Mihemedî winda bûye. Beriya windabûnê bi çend rojan hin aliyan gef lê xwarin.
Çavkaniyek di malbata rojnmevanê Efxanî de derbarê bûyerê de got ku Mihemedî roja yekşemê di saetên nîvro de bi hevalekî xwe re ji malê derket û ji wê demê ve heta niha tu agahî jê ne hatiye bi destxistin.
Komeleya Rojnamevanên Azad ên Wîlayeta Kabîs derbarê mijarê de daxuyanî da û got ku ew bi rayedarên herêmî yên Wîlayeta Kabîsa re ketine têkiliyê û ji wan xwestine ji bo naskirina çarenûsa Mihemedî bikevin tevgerê.
Hêjaye bibîrxistin, Rêxistina Nûçegîhanên Sînornenas di 10’ê hizêranê de raporek weşand û tê de diyar kir ku di meha gulanê tenê de 12 rojnamevan li Efxanistanê hatine girtin. Ev bûyer tevî ku hikûmeta Talîban sîstemek ji bo parastina saziyên ragîhandinê ava kiriye.