YRA Roja Rojnamegeriya Jina Kurd Pîroz Dike
Yekîtiya Ragihandina Azad – YRA, bi boneya Roja Rojnamegeriya Jina Kurd, ku her sal di 7`ê Cotmehê de tê pîroz kirin, daxuyaniyek belav kir. Di daxuyaniyê de, rol û têkoşîna jinên rojnamevan di veguhestina rastiyê, belgekirina bûyeran û ragihandina doz û pirsgirêkên jinan û civakê de hatin bi bîranîn.
Daxuyaniya YRA wiha bû:
“Her sal di 7ê Cotmehê de, Roja Rojnamegeriya Jina Kurd tê pîrozkirin. Ev roj bûye boneyek ji bo bîranîna rêwîtiya dirêj a xebat û fedekariya jinên rojnamevan, yên ku peyv, pênûs û wêne wekî rêbazên derxistina rastiyê hilbijartine. Jinên rojnamevan bi têkoşîna xwe jiyana civakê belge kirine, doz û mafên jinan, daxwaz û dengê wan gihandine raya giştî ya herêmî û cîhanî.
Bi vê boneyê, em hemû şehîdên çapemeniya azad ku dema erkên xwe yên pîşeyî û mirovî pêk dianîn, ji bo gihandina rastiyê û belgekirina bûyeran jiyana xwe feda kirine, bi bîr tînin.
Şop û mîrateya wan di bîra çapemeniya azad û civakî de her dem mayînde ne. Em jî soza xwe ji bo wan nû dikin ku rêya wan vekiriye bidomînin, mîrateya wan û bîra giştî û hevpar a civakê, ku ew beşek ji avakirina wê ne, biparêzin.
Her wiha, em vê boneyê li hemû jinên rojnamevan li Rojava û Sûriyê pîroz dikin û tekez dikin ku hebûna jinê di warê medyayî de ne tenê beşdariyek, lê belê mafekî bingehîn e ku divê were parastin, piştgirîkirin û pêşxistin.
Jina rojnamevan roleke sereke di avakirina çapemeniya pîşeyî û berpirsiyar de dilîze. Çapemeniyeke ku rastiyê esas digire, pirrengiyê nas dike û rûmeta mirov û mafê wî yê derbirînê diparêze.
Pîrozkirina vê rojê ne tenê pîrozkirina boneyekê ye, lê belê tekez dike ku ragihandin, berî ku bibe pîşeyek, peyamek berdewam a berpirsiyariya hevbeş a saziyên ragihandinê, kedkarên wê û tevahiya civakê ye.
Giyana şehîdên çapemeniya azad şad be. Silav û rêz li hemû jinên rojnamevan ku bi pênûs, deng û kamerayên xwe, bi biryardarî û bêdudilî rêya xwe didomînin.
Yekîtiya Ragihandina Azad – YRA
7`ê Cotmehê 2026”