Di encama bomberdomana artêşa Îsraîlê li ser malekê li navenda Xezayê de, wênegirê kanala Al-Jazeera Ehmed Weşah jiyana xwe ji dest da.
Tora ku Weşah jê re dixebite, qetilkirina kameravanê kanalê ji aliyê artêşa Îsraîlê ve û berdewamiya hedefgirtina peyamnêr û karmendên xwe li Xezayê şermezar kir. Her wiha bi bîr xist ku ev sûc piştî kuştina birayê wî Mihemed ku peyamnêrê Al-Jazeera Mubaşer bû, bi du mehan pêk hat.
Her wiha daxwaz ji civaka navneteweyî û saziyên yasayî yên têkildar hat xwestin ku di zûtirîn dem de helwesta xwe nîşan bidin û berpirsên Îsraîlê yên sûcdar darizînin û tedbîrên xurt ji bo parastina rojnamevanan bigirin.
Li gorî bîlancoyeke Rêxistina Nûçegihanên Bê Sînor a 2025an, artêşa Îsraîlê bi şerê Xezayê yê 2023an û vir ve re, zêdetirî 220 rojnamevanan kuştiye di nav de ne kêmî 70 rojnamevan li ser erkên xwe bûn.