Li başûrê Lubnanê 3 rojnamevan hatin kuştin

Di êrişeke asîmanî ya Îsraîlê li dijî erebeyekê li başûrê Lubnanê de 3 rojnamevan hatin kuştin.

0 26

Di êrişeke hewayî ya Îsraîlê li dijî erebeyekê li başûrê Lubnanê de nûçegihanê kanala El Menar a Hizbullah Elî Şueyib, nûçegihana kanala El Meyadîn Fatme Fetonî û wênekêş Mihemed Fetonî hatin kuştin.
Serokkomarê Lubnanê Cozêf Ewn ev êrişa ku bû sedema kuştina rojnamevanan şermezar kir.
Serokwezîr Newaf Selam jî hedefgirtina rojnamevanan wekî “binpêkirineke aşkera ya qanûna mirovî ya navneteweyî” bi nav kir.

Leave A Reply

Your email address will not be published.