Di Êrişên Li Ser Bakur Û Rojhilatê Sûriyê De Agahiyên Bi Du Rojnamevanan Re Qut Bûne
Di sibeha 18 Çileya 2026`an de, dema ku pêşketinên li bajarê Reqayê dişopandin, têkîliya bi herdu rojnamevanan; Eva Maria Michelman û Ahmed Bolat re qut bû.
Yekîtiya Ragihandina Azad – YRA diyar kir ku ji wê dîrokê û vir de têkîlî bi herdu rojnamevanan re hatiye birrîn ku ew jî di heyama êrişên komên bi ser hikûmeta demkî ya Şamê û yên ku Tirkiyê piştgiriya wan dike de, pêk hatiye.
Li gorî agahiyên ber destê YRA, rojnamevan Eva Maria Michelman (1989`an ji dayîk bûye), weke nûçegihana ajansa ETHA û Ozgur TV li Rojava, Bakur û Rojhilatê Sûriyê kar dikir.
Di heman demê de rojnamevan Ehmed Polat ji sala 2016`an ve nûçegihanê ETHA û Ozgur TV bû, vê dawiyê jî edîtor û nivîskarê malpera kurdistanazad.com ku sala 2025`an hatiye damezirandin, bû.
Agahiyên dawî nîşan didin ku dema ew herdu rojnamevan di avahiyek dorpêçkirî de li Reqayê bûn, raport û nûçeyên di derbarê êrişan de amade dikirin, têkîliyan bi wan re qut bûye. Ji wê demê û vir de ti agahiyên piştrastkirî li ser çarenûsa wan nîne ku metirsiya di derbarê jiyana wan de zêde dibe.
YRA bang li hemû aliyên pêwendîdar kir ku tavilê çarenûsa herdu rojnamevanan were eşkerekirin û berpirsiyariya xwe ya exlaqî û yasayî ji bo gerantiya jiyan wan, pêk bînin. Her wiha tekez kir ku pêwîste rêz ji qanûn û peymanên navneteweyî yên parastina rojnamevanan û kedkarên çapemeniyê re wer girtin û bi lez li ser rewşa wan agahiyên piştrast werin wergirtin.