Rojnameger Mehmet Alî Ertaş dema ji Mêrdînê vedigeriya Amedê ya Bakurê Kurdistanê di rê de hate destgîrkirin.
Rojnameger Mehmet Alî Ertaş ê ku ji navçeya Qoserê ya Mêrdînê ji serdana malbata xwe vedigeriya Amedê, di nuqteya kontrolê ya leşkeran de hate destgîrkirin. Hat zanîn ku Ertaş bi hinceta dê îfade bide 4ˊemîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê hate destgîrkirin.
Hat hînbûn ku Ertaş birine Midûriyeta Polîsan a Mêrdîn û tê payîn sibê bi rêya SEGBÎSê îfadeya wî bê girtin.