Yekîtiya Ragihandina Azad: Werin em bibin dengê Kobanê
Yekitiya Ragihandina Azad bi daxuyaniyekê îşaret bi dorpêça li ser Kobanê kir û bal kişand ser birîna înternetê û ev bang kir: “Werin em hemû bibin çapemeniya Kobanê, em bi hev re eniya ragihandina azad ava bikin ku heqîqetê û mafê gelan ê jiyanê biparêzin, sûc û tawanan eşkere bikin”.
Yekîtiya Ragihandina Azad (YRA) daxuyaniyeke nivîskî da. Di daxuyaniyê de ev bang li raya giştî kir:
” Banga Lezgîn Ji Bo Raya Giştî
Di wexteke girîng a dîroka herêmê de, li ber çavên cîhanê, bajarên Rojava, di serî de bajarê Kobanê ji aliyê çekdarên bi ser hikûmeta veguhêz bi piştgiriya dewleta Tirk, rastî êrişên sîstematîk tên. Li rex wê jî siyaseta dorpêçkirinê, qutkirina elektrîk, ava û înternêtê di asteke bilind a sûcên şer û jinosîdê de berdewam dike.
Tişta ku îro li Kobanê dibe ne pevçûneke leşkerî ye, lê belê cûceke sîstematîk li ser bingeha îzolekirina bajarekî ji dunyayê, birçîkirina xelkên wê û weke nêçîrekê rûbirûyê mirinê bihêlin e. Ev yek jî binpêkirinek rasterast ji hemû zagon û peymanên navneteweyî û mirovî re ye.
Zarok, jin û temenmezin di van şertên zivistana zehmet de tên dorpêçkirin. Derman, xwarin, sotemenî, av û elektrîk li ser wan tê birrîn ku vîna gelekî tenê dawa mafê xwe ya jiyana bi rûmet û azadiyê kiriye, bişkînin.
Dewama êrişên li ser herêma Cizîrê û bajarê Kobanê, şerekî qirkirinê yê birêkûpêk e, armanca jî têkbirina destkeftiyên gelekî ku li dijî terorê pêşengiya parastina mirovahiyê kiriye ye. Lew re, çi karasatên mirovî di encama bilindkirina asta êrişan de derkevin, aliyên sûcdar berpirsiyar in.
Li kêleke sivîlan, rojnamevanên Kobanê jî tên hedefgirtin û gefa kuştinê li wan tê xwarin. Di derheqê wan de binpêkirinên mezin tên kirin ku dengê azad bibirin û rastiyê binixumînin. Birrîna înternêtê li ser bajar sûcekî din e, ku armanca wê jî; nehêlin rojnamevanên Kobanê dengê gelê dorpêçkirî û komkujiyên di derheqê zarok, jin û temenmezinan tên kirin, bigihînin raya giştî ya cîhanê.
Bêdengiya civaka navneteweyî li hemberî van tawanan nayê bexşandin, di heman demê de sîwanek xeternak ji dewama xwînrijandinê re ye. Bêdengî ne bêalîbûn e, lê belê hevkariya sûc e.
Ji ber vê berpirsiyariya me ya exlaqî û pîşeyî, em Yekîtiya Ragihandina Azad – YRA vê banga lezgîn ji bo; Civaka navneteweyî û hemû saziyên wê, Koalisyona Navneteweyî ya Şerê li dijî DAIŞ`ê, Neteweyên Yekbûyî û Meclîsa Mafê Mirovan, hemû sazî û dezgehên ragihandinê, sendîka û yekîtiyên çapemeniyê li cîhanê, dikin:
Derhal bi awayekî lezgîn destwerdanê bikin û van êrişan rawestînin, dorpêça li ser Kobanê rakin, misogerkirina parastina sivîl û rojnamevanan, bê şert û merc gerantiya gihandina alîkariyên mirovî û hesab ji berpirsên sûcên di derheqê bêgunehan de hatine kirin, were prisîn.
Kobaniya ku dunya ji terorê rizgar kiriye û nirxên mirovahiyê parastiye, îroj bi tena xwe li hember maşîneye kuştin û dorpêçê hatiye hiştin. Rê nedin ku heqîqet were binaxkirin û nehêlin ku xwîna bêgunehan bibe nûçeyek ji rêzê.
Em Yekîtiya Ragihandin Azad – YRA tekezî li pabendiya xwe ku bibin deng û peyva azad û kamareya dilsoz a Kobanê dikin. Werin em hemû bibin ragihandina Kobanê, em bi hev re eniya ragihandina azad ava bikin ku heqîqetê û mafê gelan ê jiyanê biparêze, sûc û tawanan jî eşkere bike.
Werin em bibin pira ku azaran digihîne wîjdanê cîhanê û berî ku komkujiyên nû werin kirin ku dîrok dê efû neke, em dengê xwe bilind bikin.
Şer rawestînin.
Dorpêçê rakin.
Kobanê rizgar bikin
Rojava rizgar bikin
Yekîtiya Ragihandina Azad – YRA
25 Çele 2026″.
