PÊŞGOTIN
sala 2025`an ji bo Yekîtiya Ragihandina Azad – YRA, salek tije enerjî û zengîn bû ku bi rêzeçalakiyên cuda re derbas bû. Armanca YRA jî; pêşxistina performansa saziyên ragihandinê û bilindkirina karîgeriya rojnamegeriyê ye. Di aliyê pratîk de, têkîliyên bi saziyên ragihandinê re xurtir kir û çalakiyên cihêreng ku asta pîşeyî ya rojnamevanan bilind dikin li dar xistin. Her wiha li hember astengiyan jî karîbû rastiya xwe ya xebatê baştir bike û rê li ber skendalan bigire.

Di 15 Hezîrana 2025an de, kongreya Heftemîn a Yekîtiya Ragihandina Azad – YRA li bajarê Qamişlo li dar ket. Di encamê de herdu hevkar Idrîs Abdullhenan û Evîn Xelef Îbrahîm bûn hevserokên YRA, û Meclîsa Giştî jî hate hilbijartin.
YRA di nav vê salê de hebûna xwe ya li qadê zêde kir û hemû awayên klasîk ên kar û xebatê derbas kirin. Têkîliyên rasterast bi saziyên ragihandinê, endamên wan û hevkarên rojnamevan re xurtir kirin ku gavek bi bandor û erênî li ser rêya pêşketina çapemeniyê bû.
Di vê raporê de, girîngtirîn xebata YRA û çalakiyên wê di nav sala 2025an de tên ronîkirin.

AVAKIRINA YEKÎNEYA ŞÊWIRA EWLEKARIYÊ Û PARASTINA JI METIRSIYAN
Di 13 Adara 2025`an de, Yekîtiya Ragihandina Azad – YRA, bi rêya civîneke çapemeniyê li navenda xwe ya li bajarê Qamişlo, bi tevlîbûna dehan rojnamevan, nûnerên gelek saziyên ragihandinê, dameziranadina Yekîneya Şêwira Ewlekariyê û Parastina ji Metirsiyan îlan kir.
Yekîneya Şêwrê, armanc dike ku rojnamevanên li ser kar dema ku erkên xwe bicih tînin biparêze û piştgirî û şîretên ewlehiyê li deverên cuda yên Sûriyê jê re pêşkêş bike.
BÎRANÎNÊN ŞEHÎDÊN RAGIHANDINÊ
- 28 Tebaxê 2025: YRA li Qamişlo beşdarî merasîma bîranîna şehîdên ragihandinê; Hîro Behaldîn, Gulistan Tara, Necimaldîn Feysel û Orkêş Serhed bû.
- 22 Îlona 2025: YRA sêyemîn salvegera şehadeta Seyid Evran li Parka Xwendinê li Qamişlo bi bîr anî.
- 13 Cotmeha 2025: YRA herdu şehîd; Dilîşan Îbiş û Hogir Mihemed li Qamişlo û Kobanê bi bîr anîn.
- 14 Cotmeha 2025: YRA merasîma bîranîna şeşemîn şehadeta; Seid Alehmed, Mihemed Reşo, Wîdad Ardimcî û Dîlan Olmaz li goristana Şehîd Delîl Saroxan li Qamişlo hat li dar xist.
- 26 Mijdara 2025: Bi boneya sêyemîn şehadeta Îsam Abdullah, YRA serdana malbata wî li Dêrikê kir.
- 19 Kanûna 2025: YRA şehîdên meha Kanûnê; Nazim Deştan, Cîhan Bilgîn û Rizgar Adanmîş li navenda Mihemed Şêxo ya Çand û Hunerê li Qamişlo li dar xist.
ÇALAKÎ
- 18 Sibata 2025: YRA bi hevkariya bi Yekîtiya Ragihandina Jin – YRJ û Rêxistina Mafê Mirovan li Sûriyê re, bi armanca şermezarkirina êrişên dewleta Tirk li ser rojnamevanan li Bendava Tişrînê, mitîngek li ber avahiya NY li Qamişlo li dar xist û daxwaza parastina rojnamevanan kir.
- 3 Gulana 2025: Çalakî bi boneya Roja Cîhanî ya Azadiya Ragihandinê.

- 22 Nîsana 2025: Bi boneya 127 saliya rojnamegeriya Kurdî, xelata Ş.Mazlûm Bakok ya kedê, bi destê malbatên herdu şehîdan; Mazlûm Bakok û Îsam Abdullah ji bo; ajansa ANHA, berpirsê Rewangeha Mafê Mirovan Ramî Abdullrehman, navenda ragihandina QSD, ajansa ANF û JIN TV re hatin pêşkêşkirin. Her wiha xelatên spasiyê ji bo; Ronahî TV, Rojnameya Ronahî, Rojava TV, Alyaum TV, ajansa NorthPress, Ragihandina YPJ, Nefel Prodoksyon hatin dayîn.
- 22 Tîrmeha 2025:YRA hemleya “Bi Hev Re Li Dijî Ragihandina ku Nefret û Cudakariyê Kûr Dike Derkevin!” îlan dike.
- 5 Tebaxa 2025: Rêxistina Exprêtîs Frans a girêdayî Wezareta Karê Derve ya Fransayê, serdana navenda YRA li Qamişlo kir.
- 21 Tebaxa 2025: Berpirsê Paltforma Sûriyeya Pêşeroj, Kemal Bekûr û şandeyek Desteya Çandê li herêma Cizîrê serdana navenda YRA kirin.
- 27 Tebaxê 2025: Endamên Meclîsa YRA li Reqayê tevlî rûniştina Meclîsa Giştî ya Gelan a erêkirina qanûna ragihandinê ya nû bûn.
- 28 Tebaxa 2025: YRA li Hesekê tevlî rûniştina diyalogê ya Toreya Aso ya nûçeyan û rêxistina Şar a geşkirinê bû.
- 28 Tebaxa 2025: YRA li Kobanê bi hevkariya buroya ragihandinê li herêma Firatê di derbarê xîtabê nefretê de semînerk li dar xisti.
- 31 Tebaxa 2025: YRA li Qamişlo tevlî rûniştina diyalogê ya rêxistina Dar a Qurbaniyên konçberkirina bi zorê.
- 1 Îlona 2025: YRA beşdarî komcivîna diyalogê ya komeleya Şawişka ya di derbarê xeteriyên madeyên hişber de bû.
- 8 Îlona 2025: YRA beşdarî pêncemîn Festîvala Mardoso bû.
- 20 Cotmeha 2025: Bi tevkariya bi Desteya Çand û Hunerê re, ji bo endamên YRA koponek bi buhayê 10$ Amerîkî, di pêşengeha Pirtûkan a Şehîd Herekol a Navneteweyî de hat dayîn.
- 27 Cotmeha 2025: YRA tevlî civîna amedekirina rêziknameya cîbicîkar a qanûna nû ya ragihandinê 8/2025.
- 2 Mijdara 2025: Bi boneya Roja Cîhanî ya bidawîkirina bêsizahiştina sûcên li dijî rojnamevanan, YRA bi hevakariya bi Rêxistina Mafê Mirovan a Sûriyê re civîna çapemeniyê li dar xist.
- 4 Mijdara 2025: Şandeyek YRA û RMMS serdana buroya NY li Qamişlo kir û nameyek ji serokê NY Antonyo Gotirêş, bîlancoya sûcên li dijî rojnamevanan a sala 2025 û daxuyaniya Komîteya Şopandina Rastiyan bi herdu zimanên Erebî û Ingilîzî, radestî wan kirin.
- 23 Mijdara 2025: YRA bi hevkariya bi YRJ re, bi boneya Roja Cîhanî ya Têkoşîna li dijî tundiya ser jinê, sermînerek li navenda Qamişlo li dar xist.
- 6 Kanûna 2025: Hevseroka YRA, Evîn Îbrahîm li Şamê tevlî rûniştina dawî ya projeya; bi hev re ji bo aşîtiya sivîl û hevgirtina civakî bû.
- 16 Kanûna 2025: YRA li Qamişlo tevlî semînera bi silogana “edaleta veguhêz û destûra giştî” bû.
HEMAHENGÎ Û SERDANÊN SAZIYAN
Yekîtiya Ragihandina Azad – YRA, nava salê de serdana gelek saziyên raman û ragihandinê yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir, ji wan jî; Alyaum TV, Radyo Buyer, Radyo Soroyo, Radyo Orkêş, Radyo Sewt Alheyat, Radyo Dîcle, Radyo Rojava, Radyo Arta, Radyo Dirbêsiyê, Rojnameya Ronahî, Radyo Star, Ronahî TV, Rojava TV, Nûçe TV, Radyo Xabûr, Ajansa ANHA, Nefel Prodiksyon, Ajansa ANF, JIN TV, Navenda Lêkolîn û Parastinê Mafên Jinan, Rêxistina Mafê Mirovan a Sûriyê, Buroya Ragihandinê li Amûde, Kovara Asoya Jin, Çapxaneya Şehîd Herekol, Hunergeha Welat, Ajansa JINHA, Desteya Çand û Hunerê ya Kantona Cizîrê.
Yekîtiya Ragihanda Azad – YRA, di çarçoveya hevrêzî, hemahengî û pêşxistina karê ragihandinê de, şandeyên saziyên Rêveberiya Xweser, Rêxistinên Civaka Sivîl, Sendîkayên curbecur, nivîskar û rojnamevanên jin û mêr pêşwazî kir, ji wan jî; Buroya Ragihandinê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Buroya Ragihandina Hêzên Ewlekariya Hundirîn ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Buroya Ragihandinê ya Asayîş û Desteya karê Hundirîn a Kantona Cizîrê, Yekîtiya Wênekêşên Fotografiyê ya Sûriyê, Rêxistina Roz a Piştgiriya Jinan, Komeleya Şawişka a Jinan, Berpirsê Platforma Sûriyeya Pêşerojê Kemal Bekûr, Desteya Çand û Hunerê li Herêma Cizîrê, Şîrketa Işgal Kompany ya Amerîkî, Şandeyek Desteya Jin û Desteya Birêvebir a Kantona Cizîrê, Nivîskar Helîm Yûsiv.
Her wiha Yekîtiya Ragihandina Azad – YRA nameyên pîrozbahiyê ji gelek saziyê ragihandinê re şandin û bi boneya damezirandina wan tevlî şahiyên hatine organîzekirin bû, ji wan jî; Rojnameya Ronhaî, Ronahî TV, Radyo Orkêş, RojNews, Alyaum TV, Radyo Star, Yekîtiya Ragihandina Jin – YRJ.
DAXUYANÎ
Di sala 2025`an de; Yekîtiya Ragihandina Azad – YRA, bi boneyên cuda cuda, hejmarek daxuyanî weşandin:
- 16 Çileya 2025: Di derbarê hevkarên me; Leyle Ebdî, Hêvda Hebûn û Dijwar Elî Şêr de ku sê rojnamevanên li Bendava Tişrînê ji ber êrişên Tirkiyê birîndar bibûn, daxuyanî hat dayîn.
- 30 Çileya 2025: YRA rapora binpêkirinên li ser rojnamevanan ya sala 2024`an weşand.
- 13 Sibata 2025: Daxuyanî bi boneya Roja Cîhanî ya Radyo.
- 2 Gulana 2025: Daxuyanî derbarê qutbûna têkîliyan bi rojnamevan Ekerem Salih û wênekêş Cûdî Hac Elî re ku buyerên Eşrefiyêt Sehnaye ya li gundewarê Şamê dişopandin.
- 3 Gulana 2025: Daxuyanî bi boneya Roja Cîhanî ya Azadiya Çapemeniyê.
- 27 Hezîrana 2025: Daxuyanî ji bo şermezarkirina girtina rojnamevan Hesen Zaza li Şamê.
- 1 Tîrmeha 2025: Daxuyanî ji bo şermezarkirina hemleyên sorkirin û nefretê.
- 22 Tîrmeha 2025: Daxuyaniya starta hemleya “Bi Hev Re Li Dijî Ragihandina ku Nefret û Cudakariyê Kûr Dike Derkevin” a berhekirina îmzeyan.
- 30 Tîrmeha 2025: Daxuyanî ji bo şermezarkirina girtina rojnamevan Nûr Silêman ji aliyê rayedarên hikûmeta veguhêz û di heman demê de pîrozkirina serbestberdana wê û hişyarî li dijî binpêkirinên mafê mirovan.
- 6 Tebaxa 2025: Daxuyanî ji bo dawîkirina hemleya “Bi Hev Re Li Dijî Ragihandina ku Nefret û Cudakariyê Kûr Dike Derkevin”.
- 30 Tebaxa 2025: Daxuyanî ji bo eşkerekirina çarenûsa rojnamevan Ferhad Hemo, Bi boneya Roja Cîhanî ya Qurbaniyên bizorê hatine wendarin.
- 1 Îlona 2025: Daxuyanî derbarê hemleyên reşkirin û xîtabên nefretê û êrişên li ser herdu hevakaran; Naz Seyid û Hesen Zaza.
- 3 Îlona 2025: Daxuyanî ji bo şermezarkirina armancgirtina rojnamevan Hêmin Mamend li Başûrê Kurdistanê.
- 7 Cotmeha 2025: Daxuynî ji bo şermezarkirina hemleyên tûjkirinê li dijî herdu taxên Helebê; Şêx Meqsûd û Eşrefiyê.
- 21 Cotmeha 2025: Daxuyanî bi boneya nehemîn salvegera şehadeta rojnamevan Eylûl Nûhilat.
- 25 Cotmeha 2025: Daxuyanî bi mebesta koça dawî ya nûçegihana Rojava Tv Gulê Çawîş û pêşkêşkirina sersaxiyê.
- 9 Mijdara 2025: Daxuyanî ji bo rexnekirina raportên salê yên Rêxistina Rojanamevanên sînornenas ku hedefgirtina rojnamevanên Bakur û Rojhilatê Sûriyê paşguh dikin.
- 10 Mijdara 2025: Daxuyanî ji bo hişyariya li dijî bilindbûna asta xîtaba nefretê, çewsandina zarokan di şeran de û daxwaza lêpirsîneke lezgîn.
- 15 Mijdara 2025: Daxuyanî bi boneya 11`mîn salvegera revandina rojanamevan Ferhad Hemo.
- 20 Mijdara 2025: Daxuyanî bi boneya sêyemîn salvegera şehadeta Îsam Abdullha û heştemîn salvegera şehadeta Rûmet Cîlo.
REWŞA RÊXISTINÎ
Yekîtiya Ragihandina Azad – YRA, di nava sale de rêzecivînên birêkûpê yên peryodîk li dar xistin:
- Civînên Meclîsa Giştî yê YRA her sê mehan carekê hatin lidarxistin.
- Civînên Desteya Birêvebir a YRA, her mehê carekê bi tevlîbûnek balkêş ê nedaman hatin lidarxistin.
ÇALAKIYÊN 2025
Di çarçoveya xurtkirin û pêşxistina karê ragihandinê û parastina azadiya çapemeniyê de, komîteyên pispor ên Yekîtiya Ragihandina Azad – YRA, di sala 2025`an de, komek çalakiyên rêxistinî, perwerdeyî, yasayî û berdar pêk anîn.
ÇALAKIYÊN RÊXISTINÎ Û HEMAHENGIYÊ
- Ji bo nîqaşkirina qonaxa piştî ketina rejîma Baas û bandorên wê yên gengaz, civînek bi rojnamevanan re hate lidarxistin.
- Ji bo piştgiriya gelê me yê Herêma Efîn û Şehbayê ku carek din bi zorê dihat koçberkirin, YRA tevlî hemleya Haştagê bû.
- Civînên peryodîk û hevdîtin bi rojanamevan û saziyên ragihandinê li Heleb, Reqa û Kobanê hatin lidarxistin.
- Civînên berfireh ji rojnamevanên Kantona Firatê bi nûnerên Rêveberiyê re hatin lidarxistin.
- Civînên heftane yên buroya YRA hatin lidarxistin.
PERWERDA
- Perwerdeyên li ser nivîsandina nûçe, nûçegihanî û pêşkêşiya radyo û TV hatin dayîn.
- Perwerdeyên ji bo naskirina mafên jinan li gorî yasayên herêmî û navneteweyî
- Perwerdeyên pratîk nav saziyê ragihandinê de hatin dayîn.
- Bi hevrêziya bi Akademiya Arîj a ragihandina lêkolîner re, li ser planeke perwerdeya rojnamevanên Bakur û Rojhilatê Sûriyê re, xebat hatin kirin.
XEBATÊN BERDAR Û RAGIHANDIN
- Semînerên di derbarê xîtabên nefret, cudakarî, rola ragihandinê û şerê çapemeniyê li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatin birêxistinkirin.
- Ji bo ravekirina armancên helmeyên reşkirinê, Hevserokên YRA û Şêwirmendê wê, li hundir û derveyî herêmê beşdarî gelek bername, semîner û rûniştinên diyalogê bûn.
- Xurtkirina rola ragihandinê û nameya wê ya exlaqî.
- Berfirehkirina toreya têkîliyên bi rojnamevanên jin û saziyên ragihandina jin re.
- Amadekirin û weşandina gelek madeyên girêdayî dozên jinan.
- Xebatên li ser vekirina nûnertiya YRA li parêzgeha Siwêdayê berdewam in.
HIQÛQ Û ŞOPANDIN
- Belgekirina binpêkirinên li ser rojnamevanan li herêmên pevçûnan û amadekirina raportên mehane.
- Amadekirin û radestkirina dosyakî berfireh ê hiqûqî di nav de bîlonco û nameyên fermî ji bo buroya NY li Qamişlo.
- Belgekirina sûcên dewleta Tirk a dagirker û hikûmeta veguhêz ên di derheqê rojnamevanan de li Sûriyê.
- Bi delîl û isbatan amadekirina dosyayên yasayî û ji bo rêxistinên mirovî û hiqûqî yên têkildarê parastina mafê rojnamevanan ên navneteweyî hatin şandin ku pêşkêşî dadgehên navneteweyî bikin.
- Di çarçoveya karê bi Komîteya Şopandina Rastiyan re, belge, nîşan û isbatên li ser sûcên Tirkiyê û çeteyên wê di derheqê rojnamevanan de hatin komkirin û ji rêxistina Mafê Mirovan a Sûriyê re hatin şandin ku bigihînin dadgehên navneteweyî yên eleqedar.
- Şopandina dozên gilî û pêşkêşkirin şêwra yasayî û pîşeyî ji rojnamevan û saziyên ragihandinê re.
- Komîteya Hiqûq û Şopandinê gelek doz û giliyên kes û saziyan bi awayekî dostane çareser kirin û hinek kirîtîk jî şandin parêzerê YRA ku bi rêûresmên yasayî werin çareserkirin.
DAWÎ
Panoramaya 2025`an, asta hewldanên Yekîtiya Ragihandina Azad – YRA, ji bo parastina azadiya çapemeniyê, parastina rojnamevanan, xurtkirin û pêşxistina nirxên pîşeyî û avakirina ragihandinek perpirsiyar ku tenê xizmetî rastiyê û civakê dike, nîşan dide.
Yekîtiya Ragihandina Azad – YRA 2025








































































