Li Pîroyê Rojnamevanek Hat Qetilkirin

0 16

Rojanmevanê Pîrovî Mîtzar Kastîxos ku di encama êrişeke çekdarî de bi giranî birîndar bibû, li nexweşxaneya paytex Lîma, jiyana xwe ji dest da.
Li gorî Komeleya Neteweyî ya Rojnamevanan li Pîroyê, bi qetilkirina Mîtzar re, hejmara rojnamevanênê îsal hatine qetilkirin giha 4`an.
Mîtzarê 34 salî di 12 Kanûnê de, dema ji mala xwe derdiket û berê wî ber cihê kar bû – Radyoya Latîn Plas a li herêma Okyalî – rastî êrişeke çekdarî hat û di encamê de giran birîdar dibe.
Mîtzar bernameyek nûçeyan a Tv di derbarê dozên gendeliyê ku rayedarên dewletê jî di nav de bûn, bi rê ve dibir.
Komeleya Neteweyî ya Rojnamevanan li Pîroyê daxwaz kir ku berpirsên vê sûcî giran werin sizakirin û diyar kir ku; sala 2025`an karasatek giran li ser azadiya çapemeniyê bû.

Leave A Reply

Your email address will not be published.