Daxuyanî ji bo raya giştî…

0 22

Di Bîranîna 11’an a Revandina Ferhad Hemo de, YRA Banga Zanîna Çarenûsa Wî dike
Em Yekîtiya Ragihandina Azad – YRA yanzdemîn salvegera revandina rojnamevan Ferhad Hemo ku ji aliyê çeteyên DAIŞ ve di 15/12/2014an de hatibû revandin, bi bîr tînin û tekez dikin ku sûcê windakirina bi zorê bi demê re derbas nabe û binpêkirinek beloq li dijî azadiya çapemeniyê û mafê mirovan e.
Em ji bo zanîna çarenûsa Ferhad Hemo û hemû rojnamevanên bi zorê hatine windakirin û kesên hatine revandin, bang li aliyên pêwendîdar, rêxistin û saziyê navdewletî dikin ku xwedî li berpirsiyariyên xwe yên yasayî û exlaqî derkevin û dawî li êşa malbatên windayiyan bînin.
Naskirina heqîqetê mafekî mirovî ye, dadmendî ji bo qurbaniyan erkekî nayê paşguhkirin e.
Azadî ji qurbaniyên windayiyên bi zor re
Yekîtiya Ragihandina Azad – YRA
15 Kanûna 2025

Leave A Reply

Your email address will not be published.