Rojnameyek DYE Li Dijî Pentagonê Doz Vedike

0 17

Rojnameya NewYork Times dozek li dijî wezareta parastinê ya DYE vekir ku sînor û qeydin nû li ser nûçeyên artêşê ferz dikin û bi binpêkirina gerantiya destûrî ya pêvajoya hiqûqî, azadiya derbirîn û çapemeniyê tawanbar kir.
NewYork Times di doza xwe ya li Waşîntonê vekiriye de, idîa kir ku siyaseta Pentagonê ya nû, sererastkirina yekemîn a destûra DYE bin pê dike ku pirsên rojnamevanan ji karmendên hikûmetî, komkirina agahiyên ku asta daxuyaniyên fermî derbas dikin sînordar dike.
Hêjayî gotinê ye ku Pentagonê hinek rêziknamayên nameyek ji 21 rûpelan li ser karê pirs û komkirina agahiyan di derbarê nûçeyên artêşê de sepandiye. Rojnamevanê pabendê van qeydên nû nebe, dikare destûrnameyên xwe ya mafê şopandinê ji dest bide.
Gilîname li pey fermaneke dadê ye ku sepandina rêziknameyên nû rawestîne û mafê bicihanîna sererastkirina yekem a destûrê vegerîne.

Leave A Reply

Your email address will not be published.