“Alyaum Pireke Navbera Rabirdû Û Îro Û Pêşerojeke Li Ser Prensîbên Ragihandina Azad Ava Dike”

0 24

Ji bo xurtkirina aşîtiya sivîl li Sûriyê û Rojhilata Navîn, bêalîbûna di veguhestina rastiyan de, belavkirina çanda diyalog, tolarans û mafê mirovan, rola ragihandina azad di nav beşên civakê de zêde dibe.

Bi boneya salvegera heştemîn a damezirandina Kanala Alyaum TV ku nehemîn sala xwe bi israra mezin a avakirina civaka demokratîk ku hemû pêkhateyên etnîk û olî, bê ferq û cudahî dihewîne nava xwe, pêşwazî dike, em pîrozbahiyên xwe pêşkêş dikin.
Kanala Alyaum TV isbat kir ku pireke navbera rabirdû û niha de girêdide û beşdarî avakirina pêşerojeke li ser nirxên mirovayî, prensîbên ragihandina azad û parastina rûmeta mirovan dibe.
Ji ber vê têgihajtinê ji rola pêşeng a Kanala Alyaum TV re, ji bo sala wê ya nehemîn serkeftinê dixwazin ku bêtir beşdarî belavkirina çanda aştî, mafê mirovan be û derfeta zêde bide hemû pêkhateyên cihêreng ên civakê da ku nerînên xwe parve bikin û beşdarî Sûriyeyeke demokratîk û pirreng ku li ser tolarans û jiyana hevberş were avakirin.

Yekîtiya Ragihandina Azad – YRA
27 Mijdar 2025

Leave A Reply

Your email address will not be published.