YRA: Em Li Dijî Hemleyên Rêxistinkirî Yên Xîtaba Nefretê û Çewsandina Zarokan Hişyariyê Didin û Banga Lêpirsîneke Lezgin Dikin
Em; Yekîtiya Ragihandina Azad – YRA li Herêma Bakur û Rojhilatî Sûriyê, fikarên xwe yên kûr di derbarê bilinbûna asta berbiçav û rêxistinkirî ya birêkûpêk a xîtaba nefret û dijatiyê ku bi rêya hin platform û dezgehên fermî belav dibin diyar dikin û hişyar dikin ku dê bandorên metirsîdar li ser aşîtiya navxweyî û aramiya civakî bikin.
Ev kampanyayên dijatî û sorkirinê di heyameke bêdengiya aliyên pêwendîdar de bilind dibin, ku ev jî dikare weke hevkarî yan jî pejirandinek bêdeng were şîrovekirin. Her wiha em tekez dikin ku dewama vê têgihaştinê gefên rasterast li ser jiyana rojnamevan û kedkarên ragihandinê çêdike û bineyên jiyana hevbeş têk dibe.
Em bi taybet balê dikişînin ser diyardeya xeternak a çewsandina zarokan û bikaranîna wan di van hemleyên dijatî û sorkirinê de ku ne tenê binpêkirinek beloq ji mafê zarokan û parastina wan re dibînin, lê belê isitsmarek metirsîdar ku tovên dajatiyê ji nifşên pêşerojê re diçîne. Ev yek jî gefek cidî li tevna civakî û pêşeroja tevayî welat dixwe û rêyên aşîtiyê û lihevhatina niştimanî rastî xeteriyên mezin tîne.
Di vê çarçoveyê de em bang li Wezareta Ragihandinê ya girêdayî hikûmeta veguhêz û aktorên navneteweyî yên pêwendîdar dikin ku bi awayek lezgîn berpirsiyariyên xwe li gorî van daxwazan bi cih bînin:
- Ji bo eşkerekirina jêder û organîzatorên kampanyayên dijatî, nefret û çewsandina zarokan, lêpirsînek lezgîn û bêalî were destpêkirin.
- Ji bo pêşîlêgirtina li karanîna platform û dezgehên fermî yên ragihandinê yên girdayî Wezareta Ragihandinê ku xitabên nefert û dijatiyê diweşînin, tedbîrên biryardar werin gitin.
- Pîvanên zelal ku pabendî sincên çapemeniya azad bin û bi awayekî qutûbir rê li ber çewsandina siyasî û dijatî ji zarokan re bigirin werin danîn.
- Parastina rojnamevanan û kedkarên ragihandinê ji hemû cureyên dijatî û gefxwarinê.
- Belgekirina dozên çewisandina zarokan di van hemleyên ragihandinê de û li dijî wan dozên qanûnî bên vekirin.
- Ji bo parastina aşîtiya civakî û piştgiriya hewlên diyaloga avaker, xebat werin kirin.
Di encamê de; em bawer dikin ku bêdengmayîna li hemberî van kiryarên xeternak, taybet ên ku bêgunehiya zarokan diçewisînin, hevkariya herifandina avahiya civakî û gefa li ser pêşerojê ye. Ji bo ku dereng nebe, pêwîstî bi helwesteke lezgîn heye.
YRA 10-11-2025
