Li Sûdanê Nûçegihana Şer Asya Alxelîfe Hat Kuştin
Nûçegihana şer a bi navê Asya Alxelîfe, pêr roja duşemê, di encama pevçûnên giran ên li dora avahiya Alewin a mirovî ku nêzî balafirgeha Almuhaser e, jiyana xwe ji dest da.
Li gorî nûçeyên herêmî, Asya tevî hinek leşkeran, di encama gurbûna pevçûnan de, xwe spartin wê avahiyê ku xwe biparêzin.
Jêder dibêjin ku koma leşkeran daxwaza hêzên piştevaniya lezgîn a radestkirina Asya Alxelîfe red kirin û tekezî li parastina wê kirin, lew re jî pevçûn bi çekên giran bi hêztir dibin ku di encamê de hemû endamên koma leşkeran di nav de rojnamevan Asya Alxelîfe jî, jiyana xwe ji dest didin.