Rojnamevanekî Tirk piştî êrîşekê li Stenbolê hat kuştin

0 23

Rojnamevanê Tirk Hakan Tosun duh li kolaneke Stenbûlê rastî êrişeke ji aliyê du kesan hat ku di encamê de jiyana xwe ji dest da. Buyer rastî bertekên tund ji aliyê muxalefetê û komeleyên rojnamevanan ve hat ku weke êrişeke li dijî rastî û azadiyê çapemeniyê hate binavkirin.
Li gorî dîmenên kamerayên çavdêriyê, Tosun ê 50 salî, piştî ku roja Şemiya borî dema ku li kolanê dimeşiya ji aliyê du zilaman ve rastî êrîşê hat, bêhiş hat dîtin.
Komeleya Rojnamevanên Pêşverû “êrîşên dubare yên li ser rojnamevanan li Tirkiyeyê şermezar kir” û bang kir ku “rastiya li pişt van êrîşan were eşkerekirin”.

Leave A Reply

Your email address will not be published.