Rojnamevanek û Bavê Wê Li Laziqiyê Ji Aliyê Çekdarên Nenas Ve Rastî Gulebaranê Hatin

0 23

Rojnamevana Sûrî Betûl Elî û bavê wê Semîr Elî, li mala xwe yê li gundê Demserxo yê Parêzgeha Laziqiyê, ji aliyê hinek çekdarên nenas ve hatin gulebarankirin.
Çavkaniyên herêmî ji ajansên nûçeyan re gotin ku; çar wesayîtên çekdarên nenas li ser rêya bakurê gundê Demserxo yê Parêzgeha Laziqiyê avêtin ser mala Betûl Elî û tevî bavê wê Semîr Elî gulebaran kirin û reviyan.
Li gorî wan çavkaniyan; rojnamevana Sûrî Betûl û bavê wê giran birîndar bûn û piştî buyerê demildest rakirn nexweşxaneya Alseyîde.
Ji aliyê xwe ve, Wezareta Demkî ya Hikûmeta veguhêza li Sûriyê ti daxuyanî di derbarê buyerê de nedaye.
Hêjayî gotinê ye ku rojnamevan Betûl endama Desteya Giştî ya Radyo û Televizyona Sûrî ye û gelek raport û bername amade kirine.

Leave A Reply

Your email address will not be published.