Şandeyek YRA Serdana Navenda Radyoya Arta FM Li Amûdê Dike

0 14

Di çarçoveya serdenên Yekîtiya Ragihandina Azad – YRA ji sazî û dezgehên ragihandinê re, duh roja Duşemê, şandeyek YRA serdana navenda Radyoya Arta FM li Amûdê kir.
Şandeya ku ji Hevserokên YRA Evîn Îbrahîm û Idrîs Henan, Şêwirmend û Berpirsê Boruya Têkîliyan Bunyad Cizîrî ve pêk dihat, ji aliyê birêvebirên Radyoya Arta FM ve hatin pêşwazîkirin
Di hevdîtina bi rêvebirên Arta FM re girîngiya pêvguhertina ezmûnan, danûstandinên pêşxistina rêbazên demokratîk ên veguhestina agahiyan û berpirsiyarên wê da ku azadiya ramanê were parastin, hatin nîqaşkirin.
Di dawiya civînê de, herdu aliyan tekezî li girîngiya serdanê kirin û kêfxweşiya xwe anîn ziman ku divê serdanên di navbera hemû saziyên ragihandinê de berdewam bikin ku dikarin rê li ber projeyên hevbeş vekin û piştgiriya bidin xwegihandina heqîqetê.

Leave A Reply

Your email address will not be published.