YRA Serdana Navenda JIN TV Dike

0 39

Şandeya Yekîtiya Ragihandina Azad – YRA, duh roja Sêşemê li bajarê Amûdê serdana navenda kenala JIN TV kir û tekezî li rola jinê ya avakirina ragihandina azad kir.
Şandeya YRA ji herdu hevserokan; Idrîs Henan û Evîn Îbrahîm, Şêwirmend û Berpirsê Boruya Têkîliyan Bunyad Cizîrî pêk dihat.
Ji aliyê xwe ve rêveberiya Kenala JIN TV, hevkarên rojnamevan û kedkarên Kenalê pêşwaziya şandeya YRA kirin.
Di serdanê de, şandeya Yekîtiya Ragihandina Azad – YRA li ser mekanîzmaya xebata li Kenalê agahdar bû, her wiha bi hevalên rojnamevan ên jin ku xebatkarên Kenalê ne re li ser zehmetiyên ku jin di karê xwe de dikişînin nîqaş kir.
Herdu aliyan jî tekezî li girîngiya pêşengiya jinê da ku ragihandinek pispor karibe heqîqetê biparêze û civakek demokratîk ava bike, kirin.
Her wiha bal kişandin ser girîngiya nêzîkatî û têkîliya akademîk bi Medyaya Civakî re ku ji bo parastina rastiyê û avakirina Raya Giştî, rolek girîng û bibandor dilîze.
Hêjayî gotinê ye ku serdana YRA di çarçoveya rêzeserdanên ji saziyên çapemeniyê yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê re pêk hat.

Leave A Reply

Your email address will not be published.