YRA beşdarî Festîvala 5`mîn a Mardoso li Qamişlo dibe

Yekîtiya Ragihandina Azad beşdarî Festîvala 5`mîn a Mardoso ya Çand û Hunera Suryan ku li bajarê Qamişlo hatibû lidarxistin, dibe.

0 35

Komeleya Çandî ya Suryaniyan, roja 6 Îlonê, Festîvala 5`mîn a Mardoso li hola Mar Gabriel li bajarê Qamişlo li dar xist. Festîval bi sponseriya Desteya Çand û Hunerê li Kantona Cizîrê ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê hate organîzekirin.

Festival bi beşdariyek mezin a gelê Suryan li Kantona Cizîrê, saziyên ragihandinê, partiyên siyasî yên Suryan, saziyên civaka sivîl ên Suryan, saziyên jin û çandî yên Suryan, Fermandarên leşkerî, saziyên Rêveberiya Xweser, Desteya Çand û Hunerê li Kantona Cizîrê hate lidarxistin.

Li ser navê YRA jî; Hevsrokê Yekîtiya Ragihandina Azad Idrîs Henan û Şêwirmend û berpirsê boruya têkîliyan li YRA Bunyad Cizîrî amade bûn.

Hêjayî gotinê ye ku di festîvalê de gelek berhemên çanda Suryan ji aliyên komên stran, mûzîk û yên cihêreng ve hatin pêşandan. Her wiha gelek gotarên ku ji bo misogerkirina avakirina civakeke demokratîk, tekezî li girîngiya parastian çanda gelên Sûriyê kirin, hatin pêşkêşkirin.

 

Leave A Reply

Your email address will not be published.