YRA Li Qamişlo Beşdarî Rûniştina Diyalogê Ya Komeleya DAR Dibe

Yekîtiya Ragihandina Azad – YRA li Qamişlo, duh roja Yekşemê, beşdarî rûniştina Komeleya DAR a qurbaniyên koçberkirina bi zorê bû û rola ragihandina herêmî di piştgiriya dozên kesên bi zorê hatine koçberkirin û girîngiya rûnîkirina binpêkirinên têkildar nîqaş kir.
Herdu endamên Desteya Birêvebir a YRA; Zinar Cafer û Stêrk Efrîn, li ser navê YRA beşdarî rûniştinê bûn.
Niqaşên rûniştinê bal kişandin ser girîngiya ragihandina herêmî dema ku mijarên koçberên bi zorê digire dest û tekezî li wê yekê kir ku divê rewşa jiyanî û azarên wan bên rûnîkirin.
Beşdarên rûniştinê tekez kirin ku divê ragihandin bi rola xwe bilîze û zextê li rêveberiyên heyî û rêxistinên navdewletî bike ku bi berpirsyarî bersivê bidin pêdiviyên koçberên bi zorê û ji bo gerantiya mafên wan kar bikin.
Hêjayî gotinê ye ku Yekîtiya Ragihandina Azad – YRA, li ser vexwendina Komeleya DAR a qurbaniyên koçberkirina bi zorê beşdarî rûniştina diyalogê bûye ku rola ragihandinê di parastina dozên koçberkirina bi zorê û piştgiriya mafên wan ên mirovî de nîqaş kir.

