YRA Beşdarî Nîqaşên Meclîsa Gelan Yên Ji Bo Pesindkirina Pêşnûmeya Qanûna Ragihandinê Bû

Endamên Meclîsa Giştî ya Yekîtiya Ragihandina Azad - YRA li Reqayî beşdarî rûniştina /116/an a Meclîsa Gelan a Demokratîk ji bo pesindkirina pêşnûmeya guhertinên li ser qanûna ragihandinê rûdane, bûn.

0 18

Meclîsa Gelan a Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatî Sûriyê rûniştina xwe ya asayî ya /116/an ji bo nîqaşkirina pêşnûmeya guhertinên li ser projeya qanûna ragihandinê çîbûne, li dar xist.

 

Ji aliyê xwe ve endamên Meclîsa Giştî ya Yekîtiya Ragihandina Azad – YRA (Basêl Elehmed, Mizgîn Elelî û Ehmed Esaf) beşdarî rûniştina Meclîsa Gelan a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê bûn.

Rûniştin bi nîqaşên li qanûna ku ji 23 madeyan ên li ser 7 beşan pêk tê, dest pê kir.
Hêjayî gotinê ye ku guhertinên li ser qanûna berê hatiye derxistin çêbûne di derbarê hiqûq, maf, pênase, binpêkirin, guhertinên zimanî û sizayên pîşeyî de bûn.

Meclîsa Gelan a Demokratîk, piştî ku hin guhertinên guncaw li hin madeyan kirin, pêşnûmeya qanûna ragihandinê bi awayekî fermî erê kir ku ji wê kêliya weşandina wê de kete merîyetê.

 

Leave A Reply

Your email address will not be published.