YRA Serdana Saziyên Ragihandinê Li Hesekê Kir

0 55

Hevserokên Yekîtiya Ragihandina Azad – YRA, Idrîs Abdulhenan û Evîn Xelef, şêwirmendê yekîtiyê û berpirsê boruya têkîliyên dîplomasî Bunyad Cizîrî, roja Duşemê li Hesekê, serdana hinek saziyên ragihandinê kirin.

Şandeya YRA roja Duşema derbasbûyî serdana navendên; Radyo Dengê Xabûr, Radyo Sewt Alheyat, Radyo Rojava, Ronahî TV, Nûçe TV kirin. Her wiha şandeyê serdana endama ragihandina azad Bêrîtan kirin ku beriya demekê rastî qezayeke trafîkê hatibû.

Şandeya YRA bi endamên saziyan re rewşa heyî ya ragihandinê û zehmetiyên ku pêşketinên pîşeyî asteng dikin nîqaş kirin. Her wiha behsa mekanîzmeyên derbaskirina van astengiyan, di hey

ama pêşketinên bilez ên teknelojiyê de, awayên pêşxistina kar û ji bo veguheztina heqîqeta sade tişta were xwesin bê kirin.

Di nîqaşan de tekezî li xwegihandina ragihandineke profesyonal a pîşeyî ku karibe li gorî pêşketinên heyî xwe bigihîne heqîqetê û bi raya giştî re parve bike, hate kirin.

Ji aliyê xwe ve saziyên rojnamegeriyê li Hesekê û endamên wan, bal kişandin ser girîngiya perwerdeya çapemeniyê ku ji nû ve têgînên rastî berovajîkirinê hatine werin pênasekirin. Her wiha rojnamevanan bi bîr xistin ku bi serdema derketina amûrên zakaya çêkirî re, rastiya civakî jî rastî berovajîkirinê hatiye û hewl didin bi awayekî xapandî raya giştî bidin avakirin.

Şandeya YRA ji bo avakirina çapemeniyeke profesyonal ku kariba di her dem û cihî de bibe dengê heqîqetê, tekezî li girîngiya tevlîbûna sazî û endaman nav yekîtiyê kir. Ji bo naskirina prensîb, armanc, mercên endamtiyê û şiklê rêxistinbûna YRA, bang li saziyan hate kirin ku rêziknameya Yekîtiya Ragihandina Azad ji endamên xwe re bixwînin.

Şandeya Yekîtiya Ragihandina Azad – YRA di dawiya serdana xwe de soz da saziyên ragihandinê û hevkarên rojnamevan ku wê di demên pêş de hinek perwerdeyên pîşeyî yên profesyonal li dar bixe û bang li hemû hevkaran kir ku tevlî van perwerdeyan bibin.

 

Yekîtiya Ragihandina Azad – YRA

13.08.2025

Leave A Reply

Your email address will not be published.