Kampanyaya “Bi Hev Re Li Dijî Ragihandina ku Nefret û Cudakariyê Kûr Dike Derkevin!” a komkirina îmzeyan ku ji hêla Yekîtiya Ragihandina Azad – YRA ve di 22 Tîrmeha derbasbûyî de dest pê kiribû, piştî 15 rojan, bi beşdariyek berfireh ji rojnamevan, saziyên ragihandinê, aktorên herêmî û navneteweyî, bi serkeftinek mezin bi dawî bû.
Hejmara îmezekaran 150 rojnamevan, dehan saziyên çandî, civakî, navendên cuda yên ragihandinê, navendên lêkolînên stratejîk, kesayetên rewşenbîr, siyasetmedar, akademisyen, serbixwe, saziyên Rêveberiya Xweser, ji hundirê Sûriyê û ji welatên cuda yên cîhanê, derbas kir. Di nava beşdaran de gelek saziyên ragihandinê yên xweser li Rojhilata Navîn û cihanê hebûn. Aliyên beşdarî kampanyayê bûne, tekezî li girîngiya hevgirtina ragihandina azad kirin ku li dijî ragihandina nefretê kûr dike, radiweste.
Di encamê de kampanyaya “Bi Hev Re Li Dijî Ragihandina ku Nefret û Cudakariyê Kûr Dike Derkevin!” gaveke kêmdîtî ya xortkirina berpirsiyariya çapemeniyê ye, piştgiriya aşîtiyê dike û kiryarên hanadan, sorkirin û tûjkirinê ku gefê li jiyana hevbeş û aşîtiya sivîl dixwin, deşîfre dike.
Yekîtiya Ragihandina Azad spasiya hemû kes û saziyên tevlî kampanyaya “Bi Hev Re Li Dijî Ragihandina ku Nefret û Cudakariyê Kûr Dike Derkevin!” bûne dike û keda wan çendîn giranbuha dibîne. Her wiha tekezî li berdewamiya xebatên hevbeş ên afirandina ragihandineke azad û pîşeyî dike ku ji bo avakirina aşîtî û civaka bi sinc û demokratîk, li ser bingeh û rêgezên dadmendî, wekhevî û jiyana hevbeş têdikoşe.
Di dawiyê de; Yekîtiya Ragihandina Azad piştrast dike ku ew ê encamên kampanyayê di dosyayeke taybet de belge bike û wê ji saziyên pêwendîdar ên herêmî û navneteweyî, rêxistinên mafê mirovan û sandîkayên ragihandinê yên navneteweyî re bişîne. Em bawerin ku dê ev yek jî zextê li dijî ragihandina ku nefret û cudakariyê kûr dike, zêde û deşîfre bike. Her wiha dê ji bo hevkariya têkoşîna herêmî û navneteweyî ya li dijî van diyardeyan gaveke xort be.
Yekîtiya Ragihandina Azad – YRA
6 Tebax 2025