CEBHET EL-NESRA ÇALAKVANEKÎ RAGIHANDINÊ GIRT

Çeteyên Heyet Tehrîr El-Şam (Cebhet El-Nesra) çalakvanê Ragihandinê Yûsif El-Muedin ê ji gundewarên Şamê binçav kir.
Binçavkirin di kampeke koçberan a li gundewarên Idlibê ya li bakur-rojavayê Sûriyê pêk hat.
Çavkaniyên herêmî ji Norsh Prees re diyar kir çeteyên Cebhet El-Nusra çalakvanê Ragihandinê Yûsif El-Mudin (Ebû Enes) li bajaroka Kelikî ya li gundewarên Idlibê hatin girtin.
Li aliyê din jî çavkaniyan destnîşan kir ku Ebû Enes û kurê wî li ber mala wî hate revandin. Paşê kurê wî hate berdan û Ebû Enes girtî hate hiştin.