LI MEKSÎKO ROJNAMEVANEK HATE KUŞTIN
Li Meksîko rojnamevanê Marco Awroîlio Ramîroz (69) di herêma Bbîbo bi guleyan hate kuştin.
Ramîroz bi salane di gelek saziyên ragihandinê de kar dikir û bernemeyên radyo amade dikir. Rêxistina Nûçegihanên Sînorneas derbarê bûyera kuştinê de da xuyakirin ku Ramîrzo rola xwe di girtina hin kujer û sûdaran girtin.
Rêxistinê daxwaza lêpirsîneke zelal û bê alî ya derbarê bûyerê de ji rayedarên Maksîko kir.
Hêjaye bibîrxistinê ji sala 2 hezarî ve zêdeyî 150 rojnamevan li Meksîkê hate kuştin. Piraniya bûyeran jî kujer ji cezakirinê filitîn.