YEKÎTIYA RAGIHANDINA AZAD LI QAMIŞLO CIVÎNA ROJNAMEVANAN LIDARXIST

0 16

 

Yekîtiya Ragihandina Azad (YRA) civînek li baxçeyê xwendinê ya li bajarê Qamişlo ji bo rojnamevanên herêmê li dar xist. Di civînê de rewşa ragihandinê û pirsgirêkên herî girîng ên rojnamevan hatin niqaşkirin.

Civîn ji aliyê herdû hevserokên YRA’yê Malva Elî û Dilyar Cizîrî û rojnamevan Sînan Cûdî ve hate birêvwberin. Di civînê de rojnamevanên serbixwe û rojnamevanên ku ji bo ajans û kanalên navxweyî û biyanî dixebitin jî amade bûn.

Civîna sendîkayê bi dirûşmeya “Ji bo ragihandineke azad, profesyonel û ji bo bilindkirina asta ragihandinê û pêşxistina wê hate lidarxistin.
Di destpêkê de bi xêrhatina beşdaran hate kirin û rewşa ragihandinê di herêmê de hate nirxandin.

Di berdewama civînê de pirsgirêk û pêdiviyên rojnamegeran hatin guhdarîkirin û piştre li ser rastiya medyayê axaftin hatin kirin û nêrînên ji bo pêşxistina vê rastiyê hatin bihîstin.

Herwiha komek pêşniyar ji aliyê rojnamevanan ve hatin pêşkêşkirin ji bo hêsankirina karê wan û alîkariya wan, her wiha ji bo baştirkirina karê ragihandinê nerîn hatin girtin.
Tê paying civînên bi heman armancê li bajarên din jî werin lidarxistin.

Yekîtiya Ragihandina Azad gelek caran semîner, civîn û kursên rahênanê li dar dixe. Ev jî ji bo pêşxistina rastiya ragihandina herêmê.

Yekîtiya Ragihandina Azad 19.2.2022

Leave A Reply

Your email address will not be published.