RAPORA SALA 2022’AN A YEKÎTIYA RAGIHANDINA AZAD (YRA) TAYBET BI BINPÊKIRINAN DERBARÊ MAFÊ ROJNAMEVANAN LI  SÛRIYÊ DE

0 45

 Li Sûriyê binpêkirinê li dijî  rojnamevanan bê navber dewam dikin. Ew di nava tarîtiya rewşa heyî  û astengiyên ku jiyana wan dixe xeterê de dijîn.

(SÛRIYÊ-QAMŞLO- YEKÎTIYAR RAGIHANDINA AZAD)

Yekîtiya Ragihandina Azad (YRA) rapora xwe ya sala 2022’an derbarê rewşa ragihandinê û binpêkirinê li dijî rojnamevanan pêk hatin, amade kir. Tê de behsa rewşa ragihandinê û binpêkirinê derheqê rojnamevanan ên hatine belgekirin dike. Di piratîkê de Sûriyê wekî sê beşan hatiye dabeşkirin. Herêmek di bin serweriya hikûmeta Şamê de ye, herêma duyemîn di bin dagirkeriya dewleta Tirk û komên çekdar ên girêdayî wê de ye. Herêma sêyemîn jî ji aliyê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ve tê birêvebirin.

Di hin herêman de rojnamevanan rewşa bêaramî û xewnên bi tirs di hişyariya xwe de jiyan dikin.  Gelek caran rastî gefên ku jiyana wan dixe xeteriyê tên. Ev rewşa metirsîdar  gelek caran ji hindir û derve ve  tê jiyankirin.

 

Rojnamevanên hatine kuştin û birîndarkirin:

Yekîtiya Ragihandina Azad di sala 2022`an de li tevahî herêmên Sûriyê kuştina 6 rojnamevanan belge kir. Ya herî dawî jî hedefgirtina hevalê me rojnamevan Îsam Ebdela (Nûçegihanê ANHA’yê û Endamê YRA’yê) bû.

Ebdela di 20`ê mijdarê de dema nûçeya bombebarana balafirên şer ên dewleta Tirk li ser gundê Teqil Beqil a Dêrika Bakur û Rojhilatê Sûriyê dişopand, bi hejmarek sivîlên ji bo rizgarkirina sivîlan berê xwe dan cihê bombebaranan re bû hedefa balafirên şer ên dewleta Tirk.

Îsam Ebdela beriya bibe armanca bombeyên balafirên şer bi kêmî saetekê tevî bernameyeke tv bû. Di wê tevlîbûna bi telefonê de wiha dibêje: “Balafirên keşfê û yên şer ên dewleta TIrk li ser herêmê digerin û xeteriyek rastîn li ser hemû tişta tevdigere çêdike.” Hedefgirtina hevrê yê me Îsam Ebdela û welatiyên sivîl di encama dubarekirina bombebarana balafiran li heman cihî ya li gundê Teqil Beqil pêk hat. Ev jî nîşan dide hedefgirtin bi zanebûn ji aliyê balafirên êrîşkaran ve pêk hatiye.

 

Kamerevanê Buroya Ragihandinê ya Erka Xweparastinê Ehmed El-Nasir jî di 22’ê çile de dema şerê di navbera hêzên QSD’ê û endamên DAIŞ’ê ya li girtîgeha Sîna ya li Taxa Xwêran a Hesekê dişopand bi qenasê endamê DAIŞ’ê jiyana xwe ji dest da.

Di nîvê meha mijdarê de rojnaemvan Atif El-Sedî dema şerê di navbera hêzên hikûmeta Şamê û endamên DAIŞ’ê li bajarê Deraa ya Başûrê Sûriyê dişopand, hate kuştin.

Di sala 2022’an çalakvanê ragihandinê Ehmed Ewda El-Meber ê ji aliyê hikûmeta Şamê ve di girtîgeha Sêdnaya de 4 sal ber hatibû girtin, jiyana xwe ji dest da. El-Meber ji gundên girêdayî bajarê Dera ya Sûriyê ye.

Di 7’ê cotmehê de komên çekdar ên girêdayî dewleta Tirk li bajarê Babê ya rojhilatê Helebê çalakvanê ragihandinê Mihemed Ebdiletîf (Ebû Xenûm) û hevjîna wî ya ducanê bi dimançeyên bêdeng infaz kirin.

Di 10’ê adarê de çekdarên nenas çalakvanê ragihandinê Mihemed Bekûr ê ji bajarê Telbîse ya Humsê gulebaran kirin. Di encamê de jiyana xwe ji dest da.

Li aliyê din jî hin rojnamevan bûne hedef û birîndar bûn. Di encama dermankirinê de rewşa wan baş bû. Ji wan rojnamevanê Sûrî Mihemed El-Cerade (Nûçegihanê Stêrk Tv) ê di encama bombebarana balafirên şer ên dewleta Tirk di 20’ê mijdarê de li Kobanê birîndar bû.

Nûçegihanê Ajansa Hewarê Basil Reşîd di 21’ê çile de dema şerê di encama êrişa DAIŞ’ê ya li ser girtîgeha Sîna ya taxa Xwêran a Hesekê dişopand, bi 2 guleyan birîndar bû.  Guleyek li singa wî û yek li zik ket.

Di heman êrişa DAIŞ’ê ya li ser girtîgeha Sînaa ya taxa Xwêran a Hesekê de Mudîrê Navenda Ragihandinê ya Meclîsa Leşkerî ya Suryanî Fayiz El-Emleh jî di 21’ê çile de birîndar bû.

Di heman êrişê de endamên DAIŞ’ê ekîbên kenalên El-Erebiyê, Skay News, Kenala El-Xed, Kenala El-An û hin saziyên herêmî yên Bûyera êrişa DAIŞ’ê ya li ser girtîgeha Sînaa dişopandin, gule baran kirin. Aliyên têkildar bi armanca parastinê rojnaemvanên li wir veguhestin cihekî bi ewle.

Wekî encam, 3 rojnamevan Ii herêmên hikûmeta Şamê hatin kuştin, yek li herêmên di bin dagirkeriya dewleta Tirk û çekdarên girêdayî wê de û 2 li herêmên Rêveberiya Xweser ew jî Ehmed El-Nasir bi guleyên qenasê endamên DAIŞ’ê jiyana xwe ji dest da û Îsam Ebdela di encama bombebarana balafirên şer ên dewleta Tirk de jiyana xwe ji dest da. Gelek sazî û dezgehên hiqûqî yê navdewletî jî hedefgirtina Ebdela, şermezar kirin.

ZÊDEYÎ 20 ROJNAMEVANAN HATIN GIRTIN:

Rojnamevanên li Sûriyê kar dikin jî wekî beşeke civaka welat rastî girtin û astengiyan tên. Ji ber rastiyê vedighezînin û gendeliya heyî ya desthildaran aşkere dikin. Sûcên şer ên li dijî sivîlan bi raya giştî re parve dikin.

Hejmara rojnamevan û çalakvanên ragihandinê yên sala derbasbûyî hatine binçavkirin, zêdeyî 20’an bû. Ew jî ji aliyên xaka Sûriyayê birêve dibin pêk hatiye. Bi vê jî li gorî serjimariyên saziyên navdewletî û hiqûqî û di serî de Rêxistina Rojnamevanên Sînornenas ku li gorî rapora wê li Sûriyê 27 rojnamevan hatine girtin û wiha Sûriyê di rêza 6’an di asta cîhanê de û di rêza yekem de li ser asta welatên ereban de  ye.

Ji rewşa li Sûriyê û parçebûna heyî di aliyê cografî de me nikarîbû xwe bighîne girtîgehên li herêmên di bin dagirkeriya dewleta Tirk û komên çekdar ên girêdayî wê de ne, li wan herêman girtîgehên fermî nînin, kesên têne girtin jî li cihên ne diyar têne bi cihkirin.

Li herêmên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê tenê hin rewşên binçavkirinê yên çend rojan dirêj kir, pêk hatin. Di encama şopandina me de piraniya wan jî ne girêdayî xebarên ragihandinê bûn. Ji bilî nûçegihanê North Pres Emar Ebduletîf e.

 

Hêzên ewlekariya hundir di roja 9’ê îlonê de Emar Ebduletîf binçav kirin. Di encama lêkolîna me ji mijarê re Ebduletîf bi awayekî veşartî bi saziyên ne ruxsetkirî li herêmên Rêveberiya Xweser kar dikir.

Li aliyê din jî hin  karmendên buroyên ragihandinê yên saziyên Rêveberiya Xweser hatin ragirtin. Ev li ser hin malperên civakî û hin dezgehan wekî xebatkarên ragihandinê hatine girtin, hate nîşandan.

Me wekî YRA’yê, tevî qeydên wan kes li gel me nebû li gorî erk û berpirsyariyên xwe, mijar lêkolîn kir. Em bi aliyên têkildar re têkilî danî. Di encama lêkolînê de diyar bû ew ne xebatkarên ragihandinê ne. Ew karmendên normal ên  Rêveberiya Xweser in. Mijara ragirtinê jî mijarek gêrêdayî “ewlehiya herêmê” ye. Ji wan kesan navê “Ebdulkerîm El-Riheyil” ew karmendê berê yê Buroya Ragihandinê ya Meclîsa Reqa ya Sivîl bû. Kesê bi navê Xalid Hesen jî di Komîteya Perwerdeyê de dixebitî. Herdû jî wekî beriya niha me li jor anî ziman, karmendên normal ên rêveberiya Xweser bûn. Tu têkiliya wan bi karê ragihandinê re tune ye.

Tenê kesa bi navê Ruba El-Elî ya hate ragirtin, em dizanin wê berê di Ajansa Hwarê (ANHA) yê de karê ragihandinê kir. Paşê beriya çend salan dev ji karê ragihandinê berd ye. Li gorî encamên têkiliya me bi aliyê eleqedar re sedema ragirtinê jî ne girêdayî xebatên ragihandinê bû.

BINPÊKIRINÊN LI HERÊMÊN RÊVEBERIYA XWESER

Li herêmên Rêveberiya Xweser kêm be jî hin binpêkirin hatin kirin. Hin gengeşeyên devkî di dema kar de bi hin rojnamevanan re çêbû. Hin rojnamevan jî dema beşarî hin çalakiyan dibûn, rastî êrişa bi dest a kesên nenas hatin. Piştî Rojnamevan serdana me kirin. Piraniya wan pirsgirêkan bi serdana aliyên eleqedar re di cih de hatin çareserkirin. Ew pirsgirêk bi riyên qanûnî di navbera aliyan de hatin çareserkirin.

BELAVBÛNA BINPÊKIRINAN

Li gorî tişta li jor hate xuyakirin, binpêkirin li seranserî xaknîgariya Sûriyayê belav bû. Lê bi rêjeyên cûda. Di encamê de binpêkirin ji kuştin û girtinan ve tevî kêmbûna hejmara rojnamevanan li herêma Hikûmeta Şamê bi rêjeya 40 %, herêmên di bin dagirkiriya dewleta Tirk giha 38 %. Di heman demê de li wan herêman rê ji jinan re ne hatiye dayîn karê ragihandinê bike. Ev jî binpêkirina herî mezin li dijî mafê jinên rojnamevan di wan herêman de ye. Di rêza dawî de jî herêmên Rêveberiya Xweser bi rêjeya 8% bû. Ew jî tenê hin rewşên binçavkirinên demkî.

12% jî binpêkirinên bi destê komên nenaskirî, ji wan jî bûyerên revandin û kuştinê pêk hatin. Hemû bûyer jî li herêmên Hikûmeta Şamê û komên çekdar ên girêdayî Tirkiyê de bûn.

 

NEBÛNA RAGIHANDINA PÎŞEYÎ

Di raporê de bal hate kişandin li Sûriyê ragihandina serbixwe ne hazir bû. Li hin herêman meydan ji xebatên ragihandinê re vekiriye, li hin herêmên din dengê ragihaninê hatiye girtin. Li Bakur û Rojhilatê Sûriyayê hejmara saziyên ragihandinê yên ruxset girtine, zêde ye. Tê dîtin li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê saziyên ragihandinê yên navdewletî û herêmî hene. Nûçegihanên gelek kenalên cîhanî çêbûne. Li gorî qeydên Daîreya Ragihandinê ya Rêveberiya Xweser zêdeyî 125 saziyên ragihandinê yên herêmî û cîhanî dixebitin. Di van saziyan de zêdeyî hezar û 700 karmend û xebatkar hene. Ev jî pêşketina li herêmê nîşan dide.

Li herêmên hikûmeta Şamê û herêmên di bin dagirkeriya dewleta Tirk de rewşa xebatên ragihandinê berûvajî rewşa behsa mijarê ye. Saziyên ragihandinê yên derve û nûçegihanên wan li wan herêman hema bêje nînin. Tu bîroyên saziyên navdewletî yan nûçegihanên wan nînin. Tenê saziyên ser bi hêzên wan herêman birêve dibin hene. Rê jî tenê ji alîgirên xwe  re vedikin.

Hikûmeta Şamê jî hemû xebatên ragihandinê bi xwe ve girêdane. Ev jî bû sedema paşverûtî û bê hiqûqiya qanûnî, siyasî û têkçûyîna aborî li herêmê.

Hikûmeta Şamê qanûnên li dijî rêgezên mafê mirovan derxistine. Ev jî bi armanca têkbirina bîr û baweriyê bikar tînin.

QANÛNEK NÛ RAGIHANDINÊ LI HERÊMÊN HIKÛMETA ŞAMÊ TENGTIR DIKE

Hikûmeta Şamê di meha mijdarê de qanûna ragihandinê ya nû ragihand. Ev qanûn bi îdaya wê li gorî hêviyên serdemê û li gorî rewşa heyî be, hat hûnandin.

Qanûna hikûmetê ya nû biryarên hişk ên wê li ser rojnamevanan feriz bikin pêk tînin. Li gorî wê nabe bi tu awayî nêzî sembolên dewletê wekî serok, artêşa û hêzên ewlekariyê bibin. Weşandin, an çêkirina made û dosyayên ragihandinê yên li gorî wan ”zirarê li olên ezmanî, baweriyên olî, yekîtiya netewî, tevliheviyên mezhebî û etnîkî” dikin, an jî mirovan li ser karên tundî û terorê, yan li ser esasê kîn û nijatperestiyê sor dikin hatine qedexekirin.

Rojnamevanên nêzî hikûmetê jî li dijî rêbaza girtî ya nîqaşkirina qanûnê derketin. Ji ber qanûn di komîteya sê alî ya ji Wezîrê Ragihandinê, Wezîrî Turizimê û Wezîrê Vegihînê (Itîsalat) pêk dihat, hate nîqaşkirin û derket. Di heman demê de li dijî qanûnê bi xwe jî derketin.

ENCAMDANA RAPORÊ

Li gorî raporê di sala 2022’an de hin hêzên serweriya xaka Sûriyê di destê wan de, rêgezên qanûna navdewletî û mafê mirovan li herêmên serweriya xwe binpê kirin. Bi taybet di ware azadiya raman û baweriyê de. Ev jî wekî binpêkirina madeya 19’an a ragihandina navdewletî ya mafê mirovan û madeyên (19-2) ji peymana navdewletî ya mafên sivîl  û siyasî ye.

Di heman demê de aliyên bahesa mijarê gelek rêgez û qanûnên navdewletî û mirovî, di serî de bingeha 34’an a li gorî wê divê rojnamevan di herêmên aloziyan û şer de madem ne aliyekî wî şerîne, werin parastin.

WEKÎ PÊŞNIYAR

Di dawiya raporê de Yekîtiya Ragihandina Azad (YRA) hin pêşniyarên dikarin di alîkariya rojnamevanan de û pêşxistina xebatên ragihandinê rol bilîzin, nîşan da. Armanc jî ew e astengî û kelemên heyî yên li pêşiya xebatkarên ragihandinê werin rakirin.

Pêşniyar:

-Divê hemû aliyên Sûriyê di zûtirîn dem de hemû rojnamevan û xebatkarên ragihandinê  serbest berdin.

-Çarenûsa rojnamevanan û hemû kesên derqanûnî hatine revandin û veşartin, were aşkerekirin. Di serî de jî rojnamevan Ferhad Hemo yê di kanûna sala 2014’an de li ser riya Ti Koçer û Qamişlo ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê ve hate revandin. Rê ji saziyên ragihandinê re were dayîn derbasî herêman bibin û dawî li destwerdan û birêveberina ragihandinê ya li gorî berjewendiyên serweriya herêman dikin, were.

-Hemû “qanûnên ewlehiyê” yên li dijî mafê mirovan û li dijî azadiya ramanê li tevahî xaka Sûriyê bi dawî bibin.

­-Ragihandin di xizmeta hêzên herêmê kontrol dikin de neyê bikar anîn. Ew alî sûc û binpêkirinên xwe nabe bi riya ragihandinê rewşa nîşan bidin.

-Madeya 19’an a peymana cîhanî ya mafê mirovan pêk bînin. Ji ber li gorî wê qanûnê “ azadiya ramanê û bîr û baweriyê ji mafê hemû kesane. Ev qanûn jî mafê nerîna azad ku nabe tu alî destwerdanê bikin, dide.

Ji ber ji destpêka aloziya Sûriyê ji sala 2011’an û heta roja me ya îro 758 rojnamevanan di encama şerê li ser xaka Sûriyê de hatine kuştin. Bi dehan jî girtî û winda bûne.

YEKÎTIYA RAGIHANDINA AZAD (YRA)

31-01-2023

Leave A Reply

Your email address will not be published.