ÇALAKVANEKÎ RAGIHANDINÊ LI BAŞÛRÊ SÛRIYÊ HATE KUŞTIN
Çalakvanê ragihandina dijîtal Mehmûd El-Herbî El-Kefrî berî du rojan bi guleyên çekdarên nenas li bajarê Deraa yê Sûriyayê hate kuştin.
peyamnêrê Norh Pres li Deraayê ragihand Çalakvanê medyayî Mehmûd El-Herbî El-Kefrî li bajarokê Maaraba li gundewarê rojhilatê Deraayê di encama êrişa çekdarên nenas ve hat kuştin.”
El-Kefrî weke çalakvanekî di tora medyayî ya Daraa 24 de kar dike, û çendîn caran ji “Şaxê Ewlekariya Leşkerî” ya hêzên hikûmeta Şamê gazî wî dikirin û lêkolîn li ser wî li û tevgera wî, her wiha beşdarbûna wî di xwepaşandanan de çêdikirin.
.
Bi dehan rojnamevan li Sûriyê rastî gelek çewsandin, armancgirtin û astengkirina karê wan yê rojnamevaniyê li hemû herêman tên, li gor aliyên ku wan kontrol dikin.