DI ÊRIŞA ÎRANÊ YA LI DIJÎ BAŞÛR DE ROJNAMEVAN JÎ BÛN QURBANÎ
Komîteya Parastina Azadiya Rojnamevanan û Mafê Mirovan a Herêma Başûrê Kurdistanê derbarê êrişên dewleta Îranê ya li ser herêmê Başûrê Kurdistanê daxuyanî da û diyar kir ku di nava şehîd û birîndarên di êrişa Pasterên Îranê ya li ser bargehên Partiyên Rojhilatê Kurdistanê rojanmevan jî hene.
Komîteyê di daxuyaniya xwe de da zanîn di êrişê de 2 rojnamevan di nava qurbaniyan de ne. di daxuyaniyê de êriş hatiye şermezarkirin û saziyên navdewletî hatiye xwestin li dijî êrişan helwestek tund nîşan bidin.
Daxuyaniya Komîteyê wiha ye:
“Pastarên Îranê bi fûze û hewanan roja çarşemê (28-09-2022) bi dijwarî êrişî bargehên partiyên siyasî yên Rojhilatê Kurdistanê yên di heêrmêêa Koyê, Wezir Kiwêz û Êrawaya yên herêma Kurdistanê kirin. Di encama topbaran ê de hejmarek welatiyên bûn qurbanî. Di nava wan de 2 rojnamevan jî hebûn. Ew jî Soran Kamuran kamerevanê K24 û Eyûb Wertê Nûçegihanê Zoom News ê ne. Di heman demê de ziyanên madî di saziyên ragihandinê yên girêdayî Rojhilatê Kurdistanê ve bûn, her wiha rê li pêşiya rojnamevanên ji Başûrê Kurdistanê hate girtin ku erka xwe ya rojnamevaniyê pêk bînin, her wiha alav û mezemeyên wan hatin destserkirin.
Em wekî Komîteya Parastina Rojnamevanan û Mafê Mirovan a Başûrê Kurdistanê van êrişan bi dijwarî şermezar dikin. Di heman demê de banga me li saziyên navdewletî yên di warê Mafê Mirovan de dixebitin, dixwazin bi tundî li dijî êrişên li dijî sivîlan û rojnamevanan bisekin. Di heman demê de em sersaxiyê ji malbatên qurbaniyan re dixwazin û şifayê ji birîndarên sivîl û rojnamevanan re dixwazin.”