ÇEKDARÊN GIRÊDAYÎ TIRKIYÊ LI XEBATKARÊN ÇEPEMENIYÊ DAN

0 13

Li bajarên Bab, Raî û Efrînê li dijî siyasetên birçîkirin, rewşa xirab a jiyanî û kirinên komên girêdayî dewleta Tirk, xwepêşandan hate lidarxistin.
Di encama xwepêşandanê de komên girêdayî dewleta Tirk li bajarê Babê li hin xebatkarên çapemeniyê xistin û amûrên wan ên kar şikandin.

Li gorî hin çavkaniyan alozî dema komên çekdar ên girdayî dewleta Tirk rê ne dan xebatkarên çapemeniyê dîmenên xwepêşandan bikşînin, destpê kir. Komên çekdar paşê êrişî hemû rojnamevanan kirin û alavên wan ên kar şikandin. Ev kirin, rastî ne razîbûna beşdarên xwepêşandanê hat.
Li gorî medya dijîtal hin rojnamevanên lêdan xwarin ev in ‘Hemam Ebû El-Zên, Mihemed El-Sibaî, Nîzar Zebin, Malik Xebî, Malik Ebû Ubeyda.’
Ew rojnamevanên behsa mijarê bi xwe jî bi nêzîkatî û têkiliya xwe bi komên çekdar ên girêdayî dewleta tirk re tên naskirin.
Hêjaye bibîrxistinê bajarê Babê yê Bakurê Sûriyê piştî ket destê komên çekdar ên girêdayî Tirkiyê bûye meydana bêaramî û binpêkirina mafê mirovan.

Leave A Reply

Your email address will not be published.