Polîsên Tirk 17 rojnameger binçav kirin
Li Amedê di serdegirtina malan de plîsan 17 rojnamevan û xebatkarên çepemeniyê binçav kirin. Her wiha gelek amûr û alavên wan ên xebatê destserkirin.
Li Amedê, polîsan bi ser malên gelek rojnamevanan de girtin û lêgerînên pêk anîn.
Di serdegirtinan de polisan Hevserokê Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê Serdar Altan, JINNEWS’ê Safiye Alagaş, edîtora JINNEWS’ê Gulşen Koçûk, edîtorê Ajansa Mezopotamyayê (MA) Azîz Orûç û rojnameger Omer Çelîk, Sûat Dogûhan, Ramazan Gecîken, Berîvan Karatoprak, Neşe Toprak, Îbrahîm Koyûncû, Esmer Tûnç, Mehmet Şahîn, Zeynel Abîdîn Bûlût Mazlûm Dogan Guler, Elîf Ungur, Remziye Temel, Mehmet Yalçinbinçav kirin.
Dema serdegirtinan polisan telefon û hin amûrên dîjîtal desteser kirine.
Bi serdegirtina malên rojnamegeran re polisan bi ser buroya JINNEWS’ê ya Amedê ya li navçeya Yenîşehîrê de jî girt. Di serdegirtinê de polisan kompîtûr û harddîskan û hin pirtûk û kovaran desteser kirin.
Tê gotin ku dibe hejmara binçavkiriyan zêde bibe.