civîna yekemîn a YRA li Şehba

0 5

Yekîtiya ragihandina azad di 26/1/2019 civîna yekemîn bi rojnamegeran re lidarxist. Di civîne de rewşa yekîtiyê hat gotûbêjkirin.

Piştî kêliyak rêzgirtinê endamê meclisa YRA Idrîs Henan xalên serke yên civînê diyarkir. Henan YRA da nasandin û her wiha çalakiyên pê radibe û girîngiya pêşxistina rola rojnamevanan di şopandina buyerên li herêmê.

Hevserokê YRA Sîpan CAN jî maknîzmeyên karê YRA û guhertinên li ser rêziknameyê pêk hatine vegot.

Can balkişan ser girîngiya hevkariya di navber rojnamevana de da ku şerê taybet a li ser gel tê meşandin têk bibin.

Rojamevanên di civînê de jî nêrînên  û zehmetiyên di kar de anîn ziman  û ji YRA daxwaz kirin ku rola xwe di hêsankirina karê wan de bilîze da ku karibin baştir rewşa gelê Efrînê yê li Şehba bighînin cîhanê.

Leave A Reply

Your email address will not be published.