ÇEKDARÊN GIRÊDAYÎ TIRKIYÊ NÛÇEGIHANEK GIRTIN Û ÊŞKENCE KIRIN

0 3

Koma çekdar a bi navê “Sultam Murad” a girêdayî dewleta Tirk li bajarê Efrînê ya dagirkirî nûçegihanê Radyoya Dela Faris El-Salih revandin.
Çavkaniyên herêmî derbarê bûyerê de agahî dan rêxistinên mirovî yên herêmî û diyar kirin koma behsa mijarê piştî El-Salih derbarê binpêkirin û sûcên wan de nûçe parvekirin, ew revandin.
Heman çavkaniyan destnîşan kirin ku koma “Sultan Murad” gelek sûcên derqanûyî li herêmê kirine, wekî birîna daran û revandina mirovan û her wekî din. El-Salih jî ji aliyê xwe ve hin ji van binpêkirin wekî nûçe parvekirin.
Hate gotin koma çekdar El-Salih birin bargeha xwe û li wir rastî êşkence û lêdaneke bi awayekî hovane hatiye. Heta asta ji hişê xwe çû û ew rakirin beşê destwerdana lezgîn a nexweşxaneyê.
Li herêmên di bin dagirkiriya dewleta Tirk û çeteyên wê de rojnamevan rastî zext û zordariyê tên. Bnpêirinên li dijî wan têne kirin zêde ne. Gelek caran alav û tiştên wan têne desteserkirin. Ev kirin û sûcên têne kirin civaka navdewletî û qanûnî bêdeng in.
Em wekî Yekîtiya Ragihandina Azad sûcên li dijî rojnamevan û xebatkarên çapemeniyê şermezar dikin. Ji sazî û dezgehên ji parastina rojnamevanan û mafê mirovan eleqedar in daxwaz dikin, erka xwe cih bînin.

Leave A Reply

Your email address will not be published.