RÊJÎMA ÎRANÊ CÎGIRÊ EDÎTORÊ AJANSA FARIS BINÇAV KIR

0 7

Li gorî saziyên ragihandinê yên Îranê rêjîma Îranê Cîgirê Edîtora Ajansa Faris Ebas Derwîş Tafancer binçav kir.
Desteya Radyo û TV ya Îranê derbarê mijarê de got ku Ebas Derwîş Tafincer bi tewana nûçeyên sexte hatiye girtin û tekez kir wê ji bo lêpirsînê girtî bimîne.
Di roja 26’ê mijdarê de ajansa Faris a Îranê di karekî birêkûpêk hate astengkirin û weşana wê hate rawestandin. Li aliyê din jî tê gotin rojane ajansa Faris rastî êrişan tê.
Rojnamevan li Îranê rojane rastî binçarvkirin û zextên cûda tê. Piştî serhildanên gel gelek saziyên ragihandinê bi hincetên cûda hatin girtin.

“Komîteya Parastina Rojnamevanan” di meha Mijdarê de gotin ku heta niha herî kêm 62 rojnamevan ji destpêka serhildanên gel ên bi kuştina jina ciwan a kurd Jîna Emînî re li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê destpêkirin, hatine girtin.

Leave A Reply

Your email address will not be published.