ROJNAMEVANÊN SÎNORNENAS- ROJNAMEVAN JI BO HEVALTIYÊ HATIN VEXWENDIN
Rojnamevanên pspor û rojnamevanên din ên ji hemû welatên rewşa şer û aloziyê jiyan dikin, êdî dikarin beşdarî bernameya Mayîna li Berlîna Elmaniya ya dema wê 4 mehan di sala 2023’an bibin.
Rêxistina Rojnamevanên “Sînornenas –Elmaniya”
Rojnamevanên daxwaznameyên xwe pêşkêş bikin û ji aliyê bernameyê ve werin qebûlkirin, wê daxwaznameya çûyîna Berlînê were qebûlkirin. Wê di nava 4 mehan de tevî bernameya perwedehiyê ya derbarê ewlehiya dejîtal re werin perwedekirin.
Bername wê hemû mesrefa passport û heta mesrefên mayîn û çûn û hatinê bigirin ser xwe.
Yek ji şertên qebûlkirinê divê zimanê Ingilîzî baş zanibe. Di heman demê de dive niyeta wan a vegera welatê xwe hebe.
Dema dawî ya pêşkêşkirinê 5’ê kanûnê de ye.
ÇAVKANÎ: TOREYA ROJNAMEVANAN A NAVDEWLETÎ