NÛÇEGÎHANÊ STÊRK TV DI ENCAMA BOMBEBARANA DEWLETA TIRK BIRÎNDAR BÛ
Di bombebarana dewleta Tirk a dagirker li ser girê Meştenûr a Kobanê de nûçegîhanê Stêrk Tv Mihemed El-Ceradê birîndar bû.
Şevê din piştî saet 12.00’an dewleta Tirk gelek herêm li xeta sînor a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bombebaran kir. Ji wan herêman jî Girê Meştenûr a Kobanê bû. Dema nûçegihanê Stêrk Tv Mihemed El-Ceradê ji bo şopandina bûyerê berê xwe da girê Meştenûr, balafirên dewleta Tirk careke din gir bombebaran kir. Di encamê de Mihemed El-Ceradê birîndar bû.
Hevalên wî demil dest ew rakirin nexweşxane. Di bombebarana şevê din li Dêrikê jî welatiyên sivîl hatin hedefgirtin, şehîd û birîndar hene.