LI SENÎGAL SED ROJNAMEVAN XWEPÊŞANDAN LI DARXISTIN

0 7

Li paytexta Senîgal sed rojnamevan ji bo serbestberdana rojnamevanê bi navê Bab Elî Niyang ê ji ber rexneyên desthiladariyê di 6’ê mijdarê de hate binçavkirin, xwepêşandan lidarxistin û daxwaz kirin demil dest hevalê wan serbest wer berdan.

Li gorî nûçeya ajansa Frans Pres desthiata Senîgal rojnaemvan Niyang bi belavkirina nameyên veşartî yên di mijara ewlekariyê de di lêpirsîna endamê opozisyonê Osman Sonko pêk hat, tewanbar kir.

Girtina rojnamevan Bab Elî Niyang.bû sedema rexne li serokê Senîgal û desthilata wî were. Xwepêşandana rojnamevanan jî beşekî wê ye. Rojnamevanên tevlî xwepêşandanê bûn, bê navber “Niyang serbest berdin” beriz dikirin.

Rojnamevanên tevlî xwepêşandanê bûn ji saziyên ragihandinê re gotin li welatê wan rojnamevan di xeteriyê de ne.
Li aliyê din jî Berdevkê Hikûmetê Ebdulkerîm Nofana ji qenaleka televizyonê ya 5 Mond re axivî û got ku li Senîgal “rojnamevan di xeteriyê de ye” û da zanîn wekî mafê rojnamevanan heye, erk jî dikevin ser milê wan nabe nûçeyên derew xelkê tewanbara bikin, an belgeyên veşartî belav bikin, ev tiştek nabe.

Leave A Reply

Your email address will not be published.