LI KIWÊTÊ 3 SAL CEZAYA GIRTINÊ LI ROJNAMEVANA JIN HATE BIRÎN

0 10


Dadgeha Cinayî ya Kiwêtê bi îdaya şermî anî ser Mîritiya welat 3 sal cezaya girtîgehê li rojnamevana Kiwêtî Fecir El-Seyîd birî.
Çalakvanê Siyasî Ebdela Feyrûz li gel saziya ragihandinê ya Kiwêstê kilî li rojnamevana Kiwîtê Fecir El-Seyîd kir. Gilî ji ber derketina wê di bernameyeke li ser Yotobê û derbarê peyameke li ser Tweterê belav kir, pêk hat.
Di îdaya Feyrûz de hate gotin wê şerî aniye ser Mîritiya welat û destwerdan di karûbarê Emîrê Kiwêtê kiriye.
Li ser wî esasî dadgehê 3 sal girtin li rojnamevana jin Fecir El-Seyîd birî.
Hêjaye bibîrxistinê beriya niha jî dadgehê di sala 2012’an de ceza li rojnaemvana jin Fecir El-Seyîd birîye. Berê saleg girtîgeh bi kefaleta hezar dînarî biryar hate pêkanîn hate rawestandin.
Fecir El-Seyîd xebatkarek ragihandinê ya Kiwêtî ye, Derhîner, nivîskara dirama û xwediya Kenala Sikûb a ezmaniye. Kenala wê Sikûb jî bi biryara dadgehê 3 mehan hate rawestandin.

Leave A Reply

Your email address will not be published.