DEWLETA TIRK ROJNAMEVANÊ MISRÎ HUSAM EL-XEMRÎ BINÇAV KIR
Dewleta Tirk roja înê rojnamevanê Misrî Husam El-Xemrî ku wekî muxalif tê naskirin, binçavkirin. Çalakvanên li ser malperên dijîtal belav kirin ku hikûmeta Misrî El-Xemrî binçav kirin û metirsîn heye hikûmeta Tirkiyê wî radestî hikûmeta Misr bike. Beriya El-Xemrî were binçavkirin, peyamek li ser Twiterê belav kir û tê de got ku hêzên Ewlekariyê yên Misrê kurê wî yê mezin Yûsif ê di zanîngeha endizyariyê de sala 4 an de dixwîne, binçav kirin. Dewleta Tirk yak ji welatên bi şerê xwe yê li dijî azadiya ramanê tê naskirin. Roja sêşema derbasbûyî jî 11 rojnamevanên kurd di encama serdegirtina malan de ji aliyê dewleta Tirk ve hatin girtin. Di 8’ê Hizêranê de jî dewleta Tirk ji wan 16 rojnamevan 20 kes binçav kirin. Li gorî rapora Rêxistina Nûçegihanên Sînornenas a sala 2021’an dewleta Tirk ji 180 welatan di rêza 153’an de bû. Wiha jî yek ji welatên di aliyê azadiya ramanê de tê naskirin.