LI LAHAYÎ “DADGEHA GEL” JI BO PARASTINA ROJNAMEVANAN HATE VEKIRIN

0 16

Li Dadgeha Mafê Mirovan a Lahayî “dadgeha gel” bi armanca parstina rojnamevanan û mafê wan hate vekirin. Di civîna dadgehê de biryareke sembolîk ji bo şermezarkirina hikûmeta Şamê, Meksîko û Serîlankayê hate girtin. Şermezarkirina hikûmetên van welatan di bin navê binpêkirina mafê mirovan û ne sûcdarkirina berprisên destê wan di girtina rojnamevanan de heyî, hate girtin.
Dadgeha Gel a behsa mijarê ji aliyê 3 rêxistinên ne hikûmî yên di warê azadiya rojnamevanan dixebitin de hate vekirin. Ew rêxistin jî “Rêxistina Nûçegihanên Sînornenas, “Rojnamevaniya azad a bê sînor” û Komîteya parastina rojnamevanan ve hatiye vekirin.
Dadgeha behsa mijarê di nava 6 mehên derbasbûyî de li dozen kuştina Rojnamevan Lasnta Wekîr a li Serîlanka ku di sala 2009’an de pêk hat, her wiha kuştina Mêgil Enxil Lobîr a sala 2011’an li Meksîko êk hat û kuştina Nebîl El-Şirbil a di sala 2015’an li Sûriyê pêk hate de hate guhdarkirin.
Dadwerê Arjantîniya Edwar Dor Bîrtonî derbarê dozan de got ev hersê welatên behsa mijarê bi van kirinên xwe ne lêpirsîneke erênî û ne berdel dan qurbaniyan ji lewma dive hesab ji wan were xwestin karê wan li dijî mafê mirovan e.
Hêjaye bibîrxistinê Komîteya Parastina Rojnamevanan di raporên xwe de tekez kiriye ku ji sala 1992’an ve 2 hezar û 171 rojnamevan hatine kuştin, hesab ji kujeran re ne hatiye pirsîn.
ÇAVKANÎ: FRANS PRES

Leave A Reply

Your email address will not be published.