SENDÎKAKA ROJNAMEVANÊN SÛDANÊ ASTENGKIRINA ROJNAMEVANAN ŞERMEZAR KIR

0 18

Sendîkaya Rojnamevanên Sûdanê tundiya li dijî rojnamevanên dema li ser kar şermear kir û tekez kir mafê rojnamevanan dema bûyer û çalakiyan bê şert bişopînin.
Sendîkaya Rojnamevanên Sûdanê da zanîn ew bi tu awayî hedefgirtina azadiya rojnamevanan qebûl nakin û “hemleya li dijî rojnamevanan û kamervanan” şermezar kir û destnîşan kir wê astengkirina rojnmevanan rastî bersiveke hişk were.
Rojnamevan Umer Ibrehîm dema xwepêşandanê li dijî derbeya leşkerî dişopandin, di encama bombeya gazê bi giranî di çenga xwe de birîndar bû.
Li aliyê din jî polîsên Sûdanê rojnamevanan jin Emîra Salih bi tundî kişandin navenda xwe ya Paytext Xertûmê. Ev jî dema xwepêşandan dişopandin.
Sendîkaya Rojnamevanên Sûdanê êriş û girtina rojnamevanan bi tundî şermezar kir û got ev kirin binpêşkirin in.
ÇAVKANÎ: ROJNAMEYA EL-QUDIS

Leave A Reply

Your email address will not be published.