LI MISRÊ 2 ROJNAMEVAN BI TEWANA MADEYÊN HIŞBIR HATIN GIRTIN

0 15

Wezareta Karê Derve ya Misrê Mudîrê Buroya Rojnameya El-M-Mesrî El-Yewem Hanî Ebdulrehman û Nûçgehîanê Rojnameya El-Wefid Mihemed Cuma li parêzgeha Ismaîliye binçav kirin. Binçavkirina herdû rojnamevanan li ser doza dîmenên belavbûna madeyên Hişbir di kerevaneyên wekî dikanên hatine vekirin ku li ser Facbookê belavkirin, pêk hat.
Li gorî dîmenên hatine belavkirin tê diyarkirin di wan dikanên li Çerxeriya Ismaîliye hatine vekirin, madeyên hişbir têne firotin.
Li gorî çavkaniyên nûçeya rojnameya “El-Erebî” ya derbarê mijarê de xwe dispêrê, Ebdulrehman û Cûma ji nûçegihanên herî kevin in û nêzî hêzên ewlehiyê yên bajarê Ismaîliyê ne.
Di heman demê de roleke wan a belavkirina hemleyên wan li dijî dijberan heye.
Rojnamevan Hazim Hisnî derbarê daxuyaniya Wezareta Karê Hindir a li ser mijarê de ev tişt anî ziman: “Dîmenên herdû hevalên me yên rojnamevan vekir hatin weşandin. Bersiva derbarê wê de jî gerek bi awayekî vekirî pêk were. Ne tenê bi telefona Mezinê rojnamevanan Diyai Reşwan be. Pêşniyara min I hemû rojnamevan û malperên dijîtal re ew e ku nûçeyên derbarê ban zirganî û bikaranîna madeyên hişbir li parêzgeha Ismîleye zêde bikin. Pêwiste Sendîqaya Rojanmevanan jî di vê derbarê de daxuyaniyeke dijberiyê li ser nêzîkatiyên wezareta Hindir bi Rojnamevanan re biweşîne.”

Leave A Reply

Your email address will not be published.