DI MEHEKÊ DE 26 BINPÊKIRIN LI DIJÎ XEBATKARÊN RAGIHANDINÊ
Çavdêriya Erebî ya Azadiya Ragihandinê di raporekê de ragihand li Misrê di meha hizêranê de 26 binpêkirin li dijî xebatkarên ragihandinê pêk hat. Çavdêriyê destnîşan kir ku di lîsteya binpêkirinan de 17 ji wan di dageh û dozgeriyan de pêk hat, 3 di girtîgehan de.
Di heman demê de qedexeya weşanê û her wekî din bi biryara rêveberiyan pêk hat.
Di heman demê de Saziya Nûçeginanê Sînornesas hefteya derbasbûyî di raporekê de bal kişand ser rola hin kesayetên di desthiladariyê de cih digirin.