Li Tûnisê rojnamevanek hate dadgehkirin

0 25

Dozgeriya Giştî ya Tunisê li dijî rojnamevan Lutfî El-Heydûrî û lêkolîner Selîm El-Cebalî û Aşref Berbûşî biryara girtinê da. Biryar derbarê doza li Tunisê ku bi navê “Saziya Enistalîgo” tê naskirin, hate dayîn.
Li gorî saziyên ragihandinê yên herêmî dozgeriyê biryar bi tewanên “biçûkxistina hêbeta dewletê, tevlîheviya di civakê di asta bi çekan êrişî hev bikin, her wiha talana xaka Tunisê” ew ceza kirine.
Hêjaye bibîrxistinê Serokê Tunis Qeys Seyîd biryarên taybet derbarê Meclîsa Gel hilweşand, her wiha desthildariya Rêveber û Şerî bi hev re kom kir.
Sendîqeya Niştimanî ya Rojnamevanên Tunisê û gelek sazî û dezgehên hiqûqî ev biryar bi nav kirin ku xeteriyê li ser azadiya ragîhandinê ye.

Leave A Reply

Your email address will not be published.