Li Yemenê Rojnamevanek di encama teqînê de jiyana xwe ji dest da
Nûçegîhanê Televizyona Japonî (NKH) Sabir El-Heyder di encama teqîna di erebeya wî de çêbû, jiyana xwe ji dest da.
Teqîn li paytexta Yemen a Demkî Eden pêk hat. Li gorî çavkaniyên herêmî dema erebeya Sabir di Mûdîriya Mensûra re derbas dibû, teqîn pêk hat, di encamê de Sabir û 2 kesên li gel wî şewitîn.
Bûyera mirina Sabir di nava çapemeniya Yemenê de belav bû û ji saziyên ewlehiyê hate xwestin ku sûcdar werin darizandin.
Bûyera dawî ya kuştina rojnamevanan li Yemenê, kuştina kamîrevan Nebîl El-Qiêtî ya li Dari Seed a Eden bû. Kesnên ne nas gule li Nebîl barandin û di necamê de hate kuştin.Heta niha rayedaran tu agahî darbarê kujeran de parve nekiriye.
El-Erebî